Ferhad Hemo: Her gurkirina leşkerî bandor li çareseriya Sûriyê dike

Ferhad Hemo destnîşan kir ku mijara Idlibê ji mirajrên herî gur ên dosyaya Sûriyê ye, ji ber ku hejmarên mezin ji terorîstan li wê herêmê kom bûne. Hemo diyar kir ku her gurkirinek bandor li prosesa siyasî ya Sûriyê dike.

Ji destpêka meha Gulanê ve nakokî di navbera hêzên Rejîma Sûriyê de û komên çeteyan ên girêdayî Tirkiyê li Idlibê gur dibe.

Girêdayî asta bandora gurbûna şer li herêma bakur rojavayê Sûriyê li ser çareseriya Sûriyê, ajansa me hevdîtinek li gel endamê Buroya Têkiliyên Giştî ya MSD`ê Ferhad Hemo re çêkir.

Hemo got: "Piştî derbasbûna 9 salan li ser aloziya Sûriyê, tu insiyatîfên navdewletî cidî ji bo çareserkirina wê derneketin. Insiyatîfên cuda çi li Cenevê yan jî Astanayê derketine hêzên çalak li ser erdê dûr xistin bi taybet nûnerên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê."

Hemo wiha domand: "Ev dûrxistin bandor li cidîbûna van insiyatîfan dike. Yanî di wan civînên navdewletî de berjewendiya gelê Sûriyê esas nayê girtin. Ew di radeya yekemîn de dikeve xizmeta berjewendiyên dewletên ku sponseriya wan civînan dikin û parvekirina hegemoniyê xwe li Sûriyê."

Hemo destnîşan kir ku her gurbûnek leşkerî bandor li çareseriya Sûriyê dike û rolek di parçekirina civak Sûrî de dilîze. Her wiha rijandina xwîna Sûrî didomîne. Hemo balkişand ku ev tişt di her gurbûnekê de ji aliyê hêzên nakok ve li erdnîgariya Sûriyê derdikeve.

Di nav gotinên xwe de Hemo destnîşan kir ku mijara Idlibê yek ji nuqteyên her gur e di aloziya Sûriyê de. Ji ber kombûna terorîstan bi hejmarên mezin di Idlibê de. Tevî hebûna derdora 3 milyon sivîl, hêzên navdewletî mîna Îran, Rûsya û Tirkiyê. Ev hêz rol di Astana û xêzkirina nexşerêya wê herêmê de lîstin.

Têkildarî asta bandora mijara Idlibê di prosesa siyasî ya Sûriyê de Hemo got: "Hebûna van hêzan tevî hejmarên mezin ji sivîlan, rewşa Idlibê girêktir dike û her gurbûnek ji wan hêzan sivîlên herêmê temenê didin. Her wiha dosyayên din ên xeter hene, ev dewlet tevî istixbarata xwe bi taybet Tirkiyê, her nakokiyek li herêmê bi kar tîne da ku demografiya wê bi rêya koçberkirina sivîlan ji herêmê ber bi herêmên din ve biguhêre."

Hemo girêdayî êrîşên Amerîkayê ku civînek a rêxistina Huras El-Dîn li gundewarê başûrê rojavayê Helebê kirine hedef got: "Ev êrîş sembolîk (remzî) e zêdetirî ku operasyon be. Ew name rolek di zêdekirina nakokiyê de di navbera Rûsya û Tirkiyê de dilîze. Bi texmîna min di radeya yekemîn de ew di encama koodîneyek Rûsî- Amerîkî de bû. ji ber ku xetên cudaker di navbera hêzên Amerîka û Rûsyayê de li esîmanên Sûriyê heye."

(şx)

ANHA


Mijarên Din