Ferhad Hemo: Rûdanên li Idlib û Hemayê encamên Astana 12 in

Ferhad Hemo destnîşan kir ku bûyerên li Idlib û Hemayê rû didin encamêm Astana 12 in û got, lihevkirinên dualî aloziya Sûriyê çareser nakin.

Li "Herêmên bêçek" piştî civîna Astana 12 şer di navbera komên çete de û hêzên Rejîma Sûriyê bi desteka Rûsyayê girantir bû. Rejîmê ji destpêk gûrkirina şer ve di 1`ê Gulanê de gelek gund û bajarok vegerandin.

Hevkarê Koordînatorê Giştî yê Hevbendiya Niştîmaniya Demokratîk a Sûriyê û endamê Buroya Têkiliyên Giştî ya MSD`ê Ferhad Hemo li ser vê mijarê ji ajansa me re axivî. Ferhad got: "Bûyerên ku li bakurê rojavayê Sûriyê bi taybet herêma Idlibê û bakurê Hemayê rû didin encamên civînên Astana 12 in."

Hemo destnîşan kir ku Îran, Tirkiyê û Rûsyayê li ser herêma bêçek li hevkiribûn û got: " Lihevkirinek Tirkî- Rûsî li ser vê herêmê girêdayî dabîkirina rêya Heleb-Şam, Heleb-Lazîqiye û xeta li herêma bêçek a dirêjahiya 20 km e."

Hemo anî ziman ku erka Tirkan ew bû ku komên çekdar û terorîstan ji wan herêman vekişîne, ji ber ku di radeya yekemîn de girêdayî Tirkiyê ne, lê xuyaye ku Tirkiyê di bicihanîna vê erkê de têk çû, ji ber wê lihev kirin ku Rûsya vê erkê pêk bîne, li ser wê nakokî şer li wan herêman gûr bû.

Hemo texmîn kir hêzên rejîma Sûriyê operasyona leşkerî li bakurê rojavayê welêt pêk bîne û wiha domand "Ev operasyon dê sînodar be û Idlibê di nav xwe de negire. Li gorî min ev operasyon dê ji bo dabîkirina rêya Heleb-Lazîqiye û parastina balafirgeha Himêmîm ji êrîşên ku dibe pêk werin be."

Hemo bal kişand ku ti lihevkirin bi aliyên din ên çalak di dosyay Sûriyê de û hêzên xwedî bandor li bakur û rojavayê Sûriyê mîna Îranê, hêzên rojavayî û DYA`yê tine ye û got: "Ji ber vê rewşa  bi girêk ez texmîn dikim ku opersayon sînordar be."

Girêdayî asta bandora gûrbûna şer di navbera hêzên Rejîma Sûriyê û komên çete de li herêma bêçek li ser çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê Hemo ev tişt anî ziman: "Di encama her nakokiyek leşkerî de li Sûriyê sivîl di radeya yekemîn de dibin qurbanî û dê encama wê aloziyek mirovî be. Wekî her car dosyaya mirovî ji bo xizmeta siyasetê tê bikaranîn."

Hemo dibîne ku lihevkirin û bazarên ku di navbera Rûs –Tirkan de pêk tên dê ti çareseriyek ji aloziya Sûriyê re peyda neke. Hemo diyar kir ku çareseriya siyasî di radeya yekemîn de bi biryara gelê Sûriyê û rawestandina dewletên timaker bikaranîna ajandeyên xwe li Sûriyê ve girêdayî ye.

Ferhad Hemo di dawiya hevdîtinê de got, eger vînek navdewletî azad hebe çareseriya siyasî pêkan e, çareserî ne bi rêya lehvkirinên li ser berfirehkirina hegemoniyê û dûrxistina aliyên çalak di Sûriyê de ye mîna ku niha rû dide û nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji prosesa siyasî têne dûrxistin.

(şx)
ANHA


Mijarên Din