Ferhad Têlo: Divê yekitiya xaka Sûriyê ji dagirkeriya Tirkiyê were parastin

Sekreterê giştî yê Yekitiya Lîberal a Kurdistanê Ferhad Têlo di kongreya 4`emîn a yekitiyê de tekezî li ser girîngiya parastina yekitiya xaka Sûriyê kir û got “Ji bo em karibin xaka Sûriyê rizgar bikin, divê em yekitiya xaka Sûriyê ji dagirkeriya Tirkiyê û hewldanên dagirkeriyê biparêzin."

Îro li Hola Zana ya bajarê Qamişlo 4`emîn Kongreya Yekitiya Lîberal a Kurdistanê bi dirûşma "Sûriyeke nenavendî, pirreng û demokratîk" tê lidarxistin. 150 delege, nûnerên Rêveberiya Xweser, kesayetên welatparêz, nûnerên partî, tevgerên siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hevserokê Meclisa Zagonsaz a herêma Cizîrê Hisên Ezam, hevserokê Navenda Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Abdulkerîm Umer, beşdarî kongreyê bûne.

Di kongreyê de sekreterê giştî yê Yekitiya Lîberal a Kurdistanê Ferhad Têlo axivî û bixêrhatina hemû beşdaran kir. Ferhad Têlo di axaftina xwe de îşaret bi serkeftinên êgelê Kurd, Ereb û Suryan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û têkçûna çeteyên DAIŞ`ê di aliyê erdnîgariyê de, her wiha berxwedana hêzên leşkerî kir.

Ferhad Têlo tekezî li ser parastina xaka Sûriyê kir û wiha anî ziman: "Ji bo em karibin xaka Sûriyê rizgar bikin, divê em yekitiya xaka Sûriyê ji dagirkeriya Tirkiyê biparêzin."

Her wiha Ferhad Têlo diyar kir ku Sûriye û gelê xwe hêja ne ku bi ewlehî, aramî û aştî dûrî berjewendiyên derve bijîn.

Paşê hevserokê Meclisa Zagonsaz a Herêma Cizîrê Hisên Ezam lidarxistina 4`emîn Kongreya Yekitiya Lîberal pîroz kir û got ew bi hêvî ye ku kesên beşdar biryarên ku xizmeta her kesî bikin, derxin.

Her wiha axaftin ji aliyê beşdaran ve hat kirin û lidarxistina kongreya 4`emîn a Yekîtiya Lîberal a Kurdistanê hat pîrozkirin.

Paşê rêziknameya yekitiyê hat xwendin. Der barê wê û plansziya pêşerojê de nîqaş hatin kirin.

Tê payîn ku di dawiya kongreyê de daxuyaniyek bê dayîn.

(bx)

ANHA


Mijarên Din