Fermana 74’an û ezmûneke dîrokî

Di sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê û alîgirên wê Fermana 74’an li dijî êzidiyên Şengalê pêk anî û ev komkujiya li dijî êzidiyên li Şengalê ya 6’emîn e.

Komkujiya li dijî êzidiyên li Şengalê ya sala 2014’an piştî komkujiya Bosniyayê ya di 1995’an de ya bi navê Serebrenica, duyemîn komkujiya mezin di sedsala borî de ye. Di encama komkujiya Serebrenica de zêdetirî 8 hezar misilmanên ji Bosniyayê di 3 rojan de bûn qurbanî.

Civaka êzidî di 74 komkujî û qirkirinan re bi navê fermanan derbas bû. Ya dawîn jî bi destê dewleta Tirkiyê bû. Civaka êzidî li hemberî van komkujiyan li ber xwe dide.

ARMANCA FERMANÊN OSMANIYAN ÎMHAKIRINA ÊZIDIYAN E

Di dîrokê de li dijî êzidiyan gelek komkujî û qirkirin bi destê Osmaniyan pêk hatin. ew jî ev in;  fermana Suleyman Xan Qanûnî ya 1570’ayn, fermana Elî Paşa Caniyolad a 1607’an, fermana Ehmed Paşa li Amedê ya 1630’î, fermana waliyê Wanê Şemsî Paşa ya 1650’yî, fermana waliyê Amedê Mistefa Paşa Fîrarî ya 1655’an û fermana Kabilan Paşa ya 1674’an.

Fermana Hesen Paşa ya 1701’an, fermana Hesen Paşa Celîlî waliyê Mûsilê ya 1723’yan, fermana waliyê Mûsilê Mihemedemîn Paşa Celîlî ya 1766’an, fermana waliyê Mûsilê Abdulbaqî Paşa Celîlî ya 1786’an, fermanê waliyê Mûsilê Mihemed Paşa Celîlî ya 1792’yan, fermana waliyê Mûsilê Mihemed Paşa Celîlî 1793’yan. Fermana waliyê Bexdayê Suleyman Paşa El-Kebîr ya 1791’an, fermana walî Elî Paşa ya 1803’yan, fermana Qebad Beg mirê Behdînanê bi waliyê Mûsilê Mihemed Paşa Celîlî re ya 1805’an re, fermana waliyê Numan Paşa Celîlî ya 1807’an, fermana waliyê Mûsilê Nuiman Paşa Celîlî Bîn Suleyman Paşa Celîlî ya 1808’an, fermana qeymeqamê Sincarê Hac Îbrahîm Beg a 1917’an, komkujiya Xelef a 2007’an.

Her wiha bi dirêjahiya van salan de gelê êzidî di qirkirinan re derbas bû, qirkirina dawiyê di Tebaxa 2014’an de bû.

Çeteyên DAIŞ’ê bi hewldana dorpêçkirina parêzgeha Şengalê di 3’yê Tebaxa 2014’an de saet di 3’yê berbangê de êrişî herêmên Şengalê kir, êriş ji gundên Girzerk, Koço, Sêba Şêx Xidir, Rambosî, Til Benad û Til Qesab dest pê kir.

Zêdetirî 400 hezar Kurdên êzidî di parêzgeha Şengalê de hene, li gel wê jî hin kêmneteweyên Şebek, Tirkmen û Ereb li başûrê Kurdistanê hene, ew herêm jî di navbera hikumeta Iraq û Başûrê Kurdistanê de bi nakok in.

Li gorî axaftinên hevserokê Desteya Rêveber a Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê Fîras Herbo, di parêzgeha Şengalê de hêzên leşkerî hebûn, her wiha zêdetirî 18 hezar şervanên ji hêzên Pêşmerge yên hikumeta herêmê ku PDK lê ser serwer bû, hebûn. Lê ew hêz di berbanga heman rojê de bi fermana ji fermandariyên PDK’ê jê revîn, bi wê re jî tenê gelê êzidî yê sivîl li hember çeteyên DAIŞ’ê ma.

Çavdêran der barê hiştina herêmê bi fermanên fermandarên PDK’ê de wesif kir ku ev hiştina herêmê di nava lepên çeteyên DAIŞ’ê de bi encama gelek civînên di navbera istîxbarata PDK’ê û dewleta Tirk de ya piştevanê sereke ji DAIŞ’ê re bi hevkariya nepenî ya her duyan ji bo qirkirina gelê êzidî pêk hat.

Ciwanên herêmê bi awayekî dixwaz hewl dan li pêşiya çeteyên DAIŞ`ê bisekinin, lê ji ber tunebûne cebilxaneyê, nikaribûn komkujî rawestandana. Di encamê de, gelek ji wan jî şehîd bûn.

Durûtiya civaka navneteweyî û hêzên hikumeta herêma Kurdistanê der barê parastina Şengalê de hişt ku YPG, YPJ û HPG’ê yekser destwerdanê bikin û bersiva êrişa li ser herêmê bidin. Bi wê re jî korîdoreke ewle ji çiyayên Şengalê ber bi Rojava ve hat vekirin, di encamê de jiyana zêdetirî 10 hezar kesan hat rizgarkirin û dûre ciwanên Şengalê li rex gerîla beşdarî rizgarkirina Şengalê bûn.

Li gorî Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê, di encama êrişa çeteyên DAIŞ’ê de 2 hezar û 213 êzidî hatin qetilkirin, zêdetirî 390 hezar li Başûr û Rojavayê Kurdistanê belav bûn, 68 perestgehên olî hatin wêrankriin, 6 hezar û 417 ji zarok û jin hatin revandin û çeteyan jinên êzidî wek cariye bi kar anîn, zarok ji bo sûcên propagandayê hatin bikaranîn.

Lêkolînerên girêdayî NY’yê di rapora ku 16’ê Kanûna 2016’an de hatiye weşandin, got rêxistina DAIŞ’ê hewl da şêniyên êzidî yên bi hejmara 400 hezar bi rêya qetilkirin, kolekirina cinsî û sûcên dîtir qir bike. Her wiha qirkirina êzidiyan berdewam e.

NY’yê di heman raporê de bang li civaka navneteweyî kir ku gelê êzidî, ji nav jî jinan, ji destê DAIŞ’ê li Sûriye û Iraqê rizgar bikin û biryar da ku DAIŞ’ê li dijî vê koma olî komkujî pêk anî.

Şêniyên herêmê tev li şerê çekdarî bûn, kom bi kom xwe bi rêxistin kirin, bi wê re jî di 4’ê Tebaxa heman salê de YBŞ hat avakirin û li gel HPG, YPJ û YPG parastina xaka ji Şengalê mayî kir û parêzgeha ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir. Di encama gelek qurbaniyên ku hêzên beşdarî şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên li Şengalê bûne de, di 13’ê Cotmeha 2015’an piştî berxwedana 14 mehan tevahî Şengal hat rizgarkirin.

Di wê rojê de Fermana 74’an li dijî gelê êzidî bi hewldana qirkirinê pêk hat. Lê bi wê fermanê re gelê êzidî hişyar bûn ku divê xwe bi rêxistin bikin, parastina xwe bikin û rêxistina rêveberî û leşkerî çêkin.

Hevserokê Desteya Rêveber a Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê Fîras Herbo wiha got: "Ji ber ku êzidiyan li hermber vê êrişa barbarî sekinî û dest bi rêxistina civaka êzidî kir, qirkirina êzidiyan û koçberkirina ji xakê ya di Fermana 74’an a 2014’an de çênebû."

HÊZÊN LEŞKERÎ "YEKÎNEYÊN BERXWEDANA ŞENGALÊ"

Di 4`ê Tebaxa 2014`an de hêzên leşkerî bi navê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) hatin ragihandin. Di destpêkê de erka wê parastina herêmê ji çeteyên DAIŞ`ê bû, destekdayîna hêzên ku tev li rizgarkirina  Şengalê bûbûn.

Îro YBŞ xwe wek hêzeke leşkerî ya nîştimanî ya iraqî li ser xaka Iraqê bi rêxistin dike. Li gorî rêziknameya wê, erka wê parastina civaka êzidî, xak, nirx û pîvanên wê ji êrişên derve û hundir e.

Li gorî rêziknameyê, li ser rêgeza azadiya jinan û civaka demokratîk dixebite. Civaka exlaqî-polîtîk û yekitiya nîştimanî ya Kurdistanê esas digire. Wek hêzeke leşkerî erkên xwe yên parastinê pêk tîne, rêzdariyê ji hemû ol, çand, ziman û neteweyan re digire, parastina jiyana hevbeş di navbera gelan de dike û diparêze.

Di nava 6 salên derbasbûyî de bi artêşa Iraqê re roleke girîng di çalakiyên leşkerî yên li dijî çeteyên DAIŞ`ê de lîst. Aramî û ewlehî li herêmên ku lê belav dibin, peyda kir. Sînor ji vegerandina DAIŞ`ê li herêmên rizgarkirî, danî û li herêmê bi artêşa Iraqê re di nava koordînayê de ye.

Destek da zêdetirî 170 hezar koçber û penaberan ku li herêmê vegerin, zêdetirî 3 hezar û 430 kesên ku ji aliyê DAIŞ`ê ve hatibûn revandin, rizgar kirin, bi hevkarî û koordînaya bi YPJ/YPG`ê re li Rojava bi rêya çalakiyên leşkerî ku li Sûriyê li dijî DAIŞ`ê dest pê kirine, ew li malbatên wan vegerandin.

RÊVEBERIYA XWESER

Ji ber hewldanên êzidîyên Şengalê ku xwe bi rê ve bibin, di roja piştî rizgarkirinê de di 14`ê Mijdara 2015`an de Meclisa Damezirîner a êzidiyên Şengalê hate avakirin, paşê bû Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê.

Der barê girîngiya avakirina meclisê de, hevseroka Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê Rîham Hico ji ANHA`yê re wiha axivî: "Piştî fermana dawîn em gihaştin baweriyê ku me xwe bi rê ve nebiriye, xizmeta xwe nekiriye, parastina xwe nekiriye. Tu kes ne xizmeta me dike û ne parastina me dike. Ji ber ku di êrişa li ser Şengalê de her kesî dev ji me berda."

Rîham Hico destnîşan kir ku hewldan û xwesteka ji bo sînor ji devberdanê re deynin û wiha dewam kir: "Avakirina meclisê ji bo bibe bersiva komkujiyê, qirkirinên komî ku rastî gelê êzidî pêk hat, her wiha ji bo sînor ji kiryarên ku dibe di pêşerojê de rastî êzidîyên li Şengalê werin, ev meclis hat avakirin."

Meclis xwe di nava komîn û komîteyan meclisên herêmî de ku li Şengalê hatine belavkirin bi rêxistin dike. Ji wan ên xizmetguzarî, civakî, siyasî û leşkerî ne, her wiha ev tevahî girêdayî Desteya Rêveber a Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê ne. Xizmeta herêmê dikin û li gorî îradeya gel li Şengalê û berjewendiyên wî tev digerin.

Îro meclis li gorî rêziknameya xwe jiyana serbixwe ji êzidîyên li Şengalê re li ser esasê parastina cewherî ya rewa peyda dike, ji wan re jiyana birûmet dabîn dike, desthilatdarî û koletiyê red dike û hewl dide êzidiyan bigihîne jiyaneke demokratîk a azad.

Rîham Hico wiha domand: "Piştî ku parêzgeha ji derveyê wê dihat birêvebirin, ev cara yekemîn ku gelê Şengalê xwe bi rê ve dibe. Îro şêniyên herêmê xwe bi xwe bêyî ku tu kes ji derve wan bi rê ve bibe, xwe bi rêxistin dike û di heman demê de li hember êrişan li ber xwe dide.

Meclisê di nava 6 salan de zêdetirî 173 kesên ku koçber bûbûn li herêmê vegerand. Tişta ku pêwîstiya civaka êzidî li Şengalê pê hebû ji bo jiyaneke xwezayî li ser xaka xwe peyda kir û têkiliyên baş bi rêya koordînaya bi hikûmeta navendî ya Iraqê re, ava kir.

Di Hezîrana derbasbûyî de piştî ku malbatên koçber ji kampên Rojava vegeriyan û rewşa herêmê aram bû hêdî hêdî ji kampên Başûrê Kurdistanê vegeriyan.

Rêvebirina gelê êzidî bi xwe di nava meclisên herêmî û saziyên sivîl de, xwespartina ji rêxistibûyîna leşekrî ji bo parastina herêmê, hişyariya wê li ser bûyerên ku di pêşerojê de rastî êzidîyên li Şengalê werin, ne li gorî berjewendiyên hin aliyên herêmî li welêt û dewletên herêmî yên derdor bûn.

Şengal her demekê ji aliyê dewleta Tirk ve rastî êriş û kiryarên leşkerî tê. Ev yek bi hincetên cûda tê kirin. Ya yekemîn di Nîsana 2017`an de bû, di 15`ê Tebaxa 2018`an endamê Koordînasyona Civaka êzidî Mam Zekî Şengalî hate şehîdxistin û herî dawîn jî di 15`ê Hezîrana derbasbûyî de ku di encama êrişê de 6 şervanên YBŞ`ê şehîd bûn.

Her wiha gelek caran PDK`ê hewl da serweriya xwe li ser parêzgeha Şengalê ferz bike. Di 3`yê Adara 2017`an de bi rêya pêşmergeyên Roj û hin komên leşkerî yên girêdayî PDK`ê êrişî çend nuqteyên Asayîşa êzidîxane û YBŞ`ê yên li navçeya Xanesorê kir.

Der barê êrişên li ser herêmê de Rîham Hico tekez kir ku Rêveberiya Xweser a Şengalê rastî gelek zehmetî, astegnî û êrişên ji aliyê dijminên ku dixwazin bi hemû  şêwazan naveroka rêxistina li Şengalê vala derxînin û saziyên hatine avakirin têk bibin, tê da ku berjewendiyên xwe pêk bînin û di serî de dewleta Tirk, PDK`ê û aliyên girêdayî wan.

Rîham  diyar kir ku ji zehmetî û astengiyên rastî wan tên planên ku li dijî civaka êzidî ya li Şengalê têne kirin, tu xebatên ji bo têkbirina projeya li Şengalê kom nake, bi rêya hin kesên xirab li herêmê, bi rêya şerê tabyet ku armanca wê reşkirina vê projeyê ye da ku bibe asteng li pêşiya pêxistina projeya li herêmê û da ku sazî û destkeftiyên hatine bidestxistin têk bibin.

Li gorî  hemû tiştên hatin gotin divê êzidî li derdora êzidîtiya xwe kom bibin, dûrî aliyên ku hewl didin destkeftiyên civaka êzidî têk bibin ku bi saya berdêlên ku gel bi rewşenbîr û siyasetmedarên wê bi dest xistine bin, banga yekitiyê bikin, bighêjin xaleke hevbeş da ku hikûmeta Iraqê neçar bikin ku itîrafê bi qirkirina li dijî wan hate kirin, bike.

Divê civaka êzidî li dora hev kom bibe ku hemû êrişên aliyên hundirîn û derve dixwazin wan têk bibe, sînordar bikin û parêzgeha Şengalê bibe parêzgeheke nenavendî ya girêdayî hikumeta yekitî ya li Bexdayê.

(fr-bx)

ANHA


Mijarên Din