Fermandarê Dêrazorê Ebû Xewla: Em ê li hember tevlihevî û êrîşan gelê xwe biparêzin

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed Ebû Xewla got hin aliyên hundirîn û herêmî li pey bûyerên ku li gundewarên rojhilatê Dêrazorê diqewimin û armanca wan ew e ku ciwanên eşîran li dijî QSD`ê derkevin û tevliheviyê di navbera gelên herêmê de çêkin. Belgeyên wan di destê me de hene, emê wan ji aşkere bikin.

Di rojên cejna Qurbanê de li gundewarên rojhilatê Dêrazorê hin kesayetên welatparêz, û şêxên eşîran rastî êrîşa hatin û hatin kuştin. Ji ber wê metirsî li gel şêniyan çêbû ku şaneyên girêdayî çeteyên DAIŞ`ê, dewleta Tirk û rejîma Sûriyê li herêmê vegerin û di herêmê de tevliheviyê derbixin û kûr bikin.

Roja sêşemê bi dehan şêniyên herêmê bi xwepêşandanekê bang li hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD`ê kir ku di zûtirîn demê de encamên kuştinan derxin û nehêlin ku şane belav bibin.

Der barê bûyerên ku di nava çend rojên derbasbûyî de rûdane, fermandarê Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed Ebû Xewla ji ANHA`yê re axivî û diyar kir ku rejîma Sûriyê bi rêya hin grûbên ku di herêmê de bi rêxistin dike dixwaze tevliheviyê di navbera eşîran û QSD`ê de derxin.

Ehmed Ebû Xewla ji bo kuştina hin kesayetên welatparêz û civaknas li herêmê ku di nava van rojên dawî çêbû sersaxî ji malbatên eşîrên ereb ên li gundewarên Dêrazorê re xwest. Wek tê zanîn muxtar Elî El-Wîs ji eşîra Begara, Ebû Nayîm El-Kesar berdevkê qebîleya Igêdat her wiha şêxên Igêdat ji wan Mitşer El-Mehmûd rastî êrîşan hatibûn û hatibûn kuştin.

Ehmed Ebû Xewla piştrast kir ku kuştin bi rêya hin kesên ku bi motorsîklêtan siwarbûn pêk hat, çeteyên DAIŞ`ê li ser malpera xwe ya fermî kuştina wan girt ser xwe, lê heya niha tu kesî kuştina şêx Mitşer El-Mehmûd negirtiye ser xwe.

HEDEFGIRTINA KESAYETÊN JI EŞÎRAN METIRSIYAN LI GEL ŞÊNIYAN ÇÊDIKE

Ebû Xewla destnîşan kir ku ji ber kuştin û hedefgirtina kesayetên eşîr û civaknasan metrisî li gel şêniyên herêmê çêbûye.

Der barê kuştina ku çêdibe şêniyên herêmê helwestên xwe diyar kirin, xwepêşadan lidar xistin, bang li hêzên Ewlekariya Hundrîn û QSD`ê kir ku encam û kujerên rûspiyên eşîran ku di nava çend rojên derbasbûyî de çêbûye eşkere bikin û ewlehî û aramiyê li herêmê peyda bikin.

'XWEPÊŞANDAN VEGUHERÎ KOMBÛNEKE LEŞKERÎ Û ŞERVANÊN ME HATIN HEDEFGIRTIN'

Ehmed Ebû Xewla wiha domand: "Xwepêşandanên aştiyane ku roja sêşemê ji aliyê şêniyên herêmê ve çêbûn, piştî demekê hindek kesên nenas ketin nava xwepêşandanê û xwepêşandan veguherîn kombûneke leşkerî, bi wan re cureyên cuda yên çekan hebûn û bi carekî re sivîl û çekdar tevlihev bûn."

Ebû Xewla di berdewama gotina xwe de ev agahî dan: "Di xwepêşandanê de gule bi awayekî yekser ji aliyê çekdaran ve ber bi nuqteyên şervanên me ve hatin avêtin. Nuqte û bendên kontrolê hatin hedefgirtin. Di encama wê de çend şervanên me şehîd bûn û hin jî birîndar bûn. Her wiha erebeyek me ya leşkerî li gundê Zîban bi mayînekê hate hedefgirtin û di encamê de erebe teqiya."

'ŞEREKÎ ÇAPEMENIYÊ DA KU TEVLIHEVIYÊ LI HERÊMÊ DERXIN'

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê diyar kir ku hin aliyên derve şerê çapemeniyê li herêmê bi rêxistin dikin da ku ftineyê li gundewarên herêma Dêrazorê û li herêmên Bakur û Rohilatê Sûriyê bi giştî çêkin.

Ehmed Ebû Xewla di berdewama axaftina xwe de wiha pê de çû: "Hin alî hene malperên li ser toreyên tevna civakî bi navên derew li xwe kirin û hin ajans û kenalên televizyonên cûda jî banga şerkirina di navbera eşîran ji aliyekî ve û şerê di navbera QSD`ê û pêkhateyên herêmê dikin. Ev yek jî diyar dike ku pilanên mezin ji aliyê hikûmeta Sûrî, çeteyên DAIŞ`ê û alîgirên wan li dijî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene."

'HIKUMETA SÛRIYÊ HEWL DIDE CIWANAN JI BO BERJEWENDIYÊN XWE BI KAR BÎNIN'

Ehmed Ebû Xewla di axaftina xwe de got ku hikûmeta Sûrî hewl dide ku ciwanên herêmê bikin leşker û di şaneyên veşartî de li herêmê bi cih bikin.

Ebû Xewla tekez kir ku bi rêya şopandina şaneyan ji aliyê çalakiyên istixbaratê û bi destekdayîna hêzên Koalisyona Navneteweyî hin kesên ku weke şaneyên veşartî ji hikûmeta Sûrî re dixebitin, hatin girtin. Her wiha Ebû Xewla anî ziman ku delîl û dengên qeydkirî hene ku ew girêdayî hêzên hikûmetê ne, ji bo berjewendiyên siberojê kar dikin û wê wan ji dezgehên çapemeniyê eşkere bikin.

Ehmed Ebû Xewla di berdewama gotina xwe de wiha axivî: "Hin alî dixwazin ji tevlîheviyê û kêmbûna displîna leşkerî li hin herêmên gundewarên Dêrazorê sûd bigirin."

DI NAVBERA REJÎMA SÛRIYÊ Û DAIŞ`Ê DE KOORDÎNEYEKE YEKSER

Êdî çeteyên DAIŞ`ê û rejîma Sûriyê jî hevkarî û koordîneya xwe çêdikin, çeteyên DAIŞ`ê ji herêmên di bin kontrola hêzên rejîma Sûriye de derbasî herêmên di bin parastina QSD`ê dibin, da ku êrîşan li dijî gelê herêmê pêk bînin û gendeliyê çêkin. Bi vê yekê her du alî jî jê sûdê digirin.

Ebû Xewla diyar kir ku rejîma Sûriyê bi rêya şaneyên veşartî û tevgerkirina çeteyên DAIŞ`ê hewl dide fitneyê derxe û di navbera şêniyên herêmê de şer derxe.

Ebû Xewla da zanîn ku gendeliya li herêmê û kiryarên çeteyan nakevin xizmeta şêniyên herêmê û eşîrên wê, lê dikeve xizmetê aliyên hewldana xerabkirina ewlehî û aramiya herêmê dikin.

'REJÎMA SÛRIYÊ HEWL DIDE TOLÊ JI ŞÊNIYÊN GUNDEWARÊN DÊRAZORÊ RAKE'

Ebû Xewla bi lêv kir ku rejîma Sûriyê ji bo derbasî herêmê bibe hewl dide gendeliyê keysbaz bike, şêniyên herêmê tev li şoreşa Sûriyê bûne û li dijî rejîma Sûriyê şer kirine, lewma gelek caran hewl daye tolê ji şêniyan hilîne û wan  bersiva vê yekê dane.

Ebû Xewla destnîşan kir ku  di heman demê de hin gundî hene ji bo hêzên rejîma Sûriyê li herêmê û di aliyê ragihandinê kar dikin, ji van karan karê revandin û tehrîkirina di navbera şêniyên herêmê de ye.

Roja sêşemê, endamên hêzên rejîma Sûriyê bi cilên sivîl derbasî herêmê bûn û xwe di nava meşê de veşartin, piştre derket holê ku armanca van kesan ewe ku tevliheviyê derxin û ciwanên herêmê li dijî QSD`ê tehrîk bikin.

ꞌPIŞTGIRIYA XWEPÊŞANDANÊN AŞTIYANE DIKIN, LÊ HEKE VEGUHERE MEŞEKE LEŞKERÎ EM Ê BERSIVÊ BIDIN

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Ebû Xewla wiha axaftina xwe dewam kir: "Em piştgiriya xwepêşandanên aştiyane dikin û bi vê yekê xwestekên şêniyan û sivîlên li herêmê dabîn dikin, lê heke xwepêşandan veguherî kombûneke leşkerî û berê çekan ber bi hêzên me ve zîvirî, em ê bersivê bidin."

Ebû Xewla ev yek li gotinên xwe zêde kir: "Ji mafên me yên rewa ne ku em parastina xwe, hêzên xwe û gelên xwe bikin, di heman demê de kesên çekan li hemberî hêzên me bilind bikin em ê bersivê bidin, ji ber QSD`ê ji şêniyên herêmê pêk tê."

Ehmed Ebû Xewla bi bîr xist ku garantiya ewlehiya herêmê ji erkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn e, lê Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê û QSD`ê ji hîn zêdetir ewlehî û aramî li herêmê mîsoger bibe alîkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn dikin.

'RÛSPIYÊN EŞÎRAN GOT KESÊN ÇEKDAR NE ZAROKÊN WAN IN'

Ebû Xewla bi lêv kir ku dema alozî li herêmê derket û şerê leşkerî rû da, hin rûspiyên eşîran bi QSD`ê re ketin diyalogan û gotin ku zarokên wan ji bo xwepêşandaneke aştiyane derketine û di vê meşê de banga kifşkirina proseyên revandin û mafên xwe kirine, li gel vê yekê çekdarên gule li QSD`ê reşandine ne zarokên herêmê ne û ew nenas in.

Dema QSD`ê derbasî herêmê bû kesên çekdar reviyan û ji rûspiên eşîran re hate piştrastkirin ku rejîma Sûriyê û çeteyên DAIŞ`ê li pey van nakokiyan û tevlihevkirina ewlehî û aramiya herêmê ne.

'JI BO MÎSOGERIYA EWLEHIYÊ TEDBÎRÊN EWLEKARIYÊ'

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Ebû Xewla di dawiya axaftina xwe de got ji bo pêşî li revandinê bigirin û ewlehî û aramiya li herêmê mîsoger bikin, wan gelek tedbîrên ewlekariyê girtine, ew jî bendên kontrolê li ser rêyên sereke yên herêma Besîra û heta bajarê Baxozê zêde kirine û wiha dewam kir: "Em nahêlin ji bajarê Besîra û heta bajarê Teyanê motor derbas bibin, tevahiya deriyên di navbera herêmên di bin serweriya wan û herêmên di bin kontrola hêzên rejîma Sûriyê de girtine û kesên hewl bidin nêzî ava Firatê bibin û dema ji her du aliyan derbas bibe em ê hedef bigirin."

(bx-eh)

ANHA


Mijarên Din