Fermandarê Eyn Îsayê: Rêya M4 armanca dagirkeran e û sivîl nikarin bi kar bînin

Fermandarê Eyn Îsayê Ezîz Xerbîsan diyar kir ku ruxmî êriş û hedefgirtina nuqteyên leşkerên rejîma Sûriyê û Rûsyayê tu bersiv ji aliyê wan hêzan ve ji êrişan re nayê dayîn û got:“Leşkerên dewleta Tirk li gundê Hoşan ku li ser rêya M4 e, baregehên xwe çêkirine û dema sivîl derbas dibin, wan gulebaran dikin.”

Yek ji fermandarêb QSD’ê yê bajarê Eyn Îsayê Ezîz Xerbîsan tekildarî rewşa dawî ya êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li ser bajar û gundewarên Eyn Îsa û gundewarên Girê Spî ji ANHA’yê re axivî.

ÇETE LI WARÊN DAGIRKIRÎ DE BI HEV DIKEVIN

Xerbîsan anî ziman ku êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li ser gundewarên Girê Spî yên Qizelî, Kopirlik, Xerab Sarhûş, Bîrkino, Evdiko, Hiriye, Silîp, Cirin û Korhesen, gundewarên Eyn Îsayê yên Dibis, Hoşan, Maelek, Fatsa, Xalidiyê û Sêda, rêya M4, Kampa Eyn Îsa, Xwaringeha Saqir û bajarê Eyn Îsayê pêk tên û wiha dewam kir: “Di van êrişan de bi taybet sivîl tên hedefgirtin ku wan koçber bikin û dagirkirina herêmên nû berfireh bikin. Armanca wan bi taybet dagirkirina bajarê Eyn Îsa ye. Li gundê ku hatine dagirkirin dizî, talan, kuştin, revandin, tecawiz û zexteke mezin li ser gel pêk tînin. Her wiha  çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker warên ku dagir kirine, li ser diziyê bi hev dikevin.”

‘LEŞKERÊN HIKUMETA SÛRIYÊ Û RÛSYA BERSIVA ÊRIŞAN NADIN’

Xerbîsan destnîşan kir ku nuqteyên leşkerên rejîma Sûriyê û Rûsya jî bi dijwarî tên hedefgirtin lê li dijî êrişan ji aliyê leşkerên hikumeta Sûriyê û leşkerên Rûsyayê ve tu bersiv nayê dayîn û wiha domand: “Bajarê Eyn Îsa tenê ji aliyê hêzên me ve di çarçoveya parastina rewa de tê parastin."

Xerbîsan diyar kir ku rêya M4 ji ber êrişên hovane, sivîl nikarin bi kar bînin û got: “Li ser rêya M4 sivîl yekem dibin hedefa dagirkeran. Armanca wan jî ew e ku vê rêyê dagir bikin, ji bo wê jî êrişên mezin li ser dikin.  Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker erebeyên sivîlan dest deynin ser û nahêlin sivîl derbas bibin. Leşkerên dewleta Tirk li gundê Hoşan ku li ser rêya M4 re baregehên xwe çêkirine ku bi taybet sivîl derbas dibin, wan gulebaran dikin. Qaşo agirbest hatibû ragihandin û rêya M4 ji sivîlan re wê hatiba vekirin lê heya niha li ser rûye erdê tu agirbest tune ye, rojane êriş hene.”

‘EM RÊ NADIN PÊKANÎNA QIRKIRINÊ’

Li dijî êrişan fermandarê Eyn Îsa Ezîz Xerbîsan bal kişand ser berxwedanê û got: “Em gel û axa xwe diparêzin û heya dawiyê jî dê biparêzin. Armanca dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li ser dagirkirina bajarê Eyn Îsayê bi hêza xwe em têk dibin û em nahêlin armanca wan pêk were.”

ANHA


Mijarên Din