Fermandarê giştî yê QSD’ê: Dagirkirina Efrînê di Astana û Soçiyê de veşartî ye

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Kobanê da zanîn ku Tirkiye astengiya herî bingehîn li pêşberî çareseriya li Sûriyê ye. Kobanê teqez kir ku rastiyên veşartî yên dagirkirina Efrînê di civînên Astana û Soçiyê de veşartî ne.

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Kobanê ji rojnameya El-Beyan a Îmaratê re axivî û got: “Meseleya gihandina çareseriyeke giştî ji bo bidawîkirina aloziya Sûriyê, beriya her tiştî girêdayî gelê Sûriyê ye. Em bi rêgeza daûnstandina Sûrî-Sûrî wekî bingeha çareseriyê ji tevahiya dozên Sûriyê û di nav de meseleya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bawer in.”

Mezlûm Kobanê da zanîn ku  hikumeta navendî ya li Şamê heta niha rewşa heyî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêşniyarên wan ên peydakirina çareseriyeke giştî bi qebûlkirina Rêveberiya Xweser û taybet QSD nikare qebûl bike. Kobanê got: “Der barê gotinên ku tê kirin de ku Amerîka diyaloga di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Şamê de asteng dike, rola Amerîka di vir de ne esas e û biryarên siyasî yên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nakevin bin sîwana îradeya hêzên derve.”

‘Tirkiye li Sûriyê çareseriyê asteng dike’

Fermandarê giştî yê QSD da zanîn ku Tirkiye çareseriyên gengaz li Sûriyê û taybet li herêmên bakurê rojhilat asteng dike.

Mezlûm Kobanê wiha dewam kir: “Hikumeta Tirkiyê hewl dide bi rêya vekirina gelek têkiliyan, bi hikumeta navendî ya li Şamê re bikeve nava koordîneyê û li ser hesabê gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkiliyên xwe bi Şamê re asayî bike. Tirkiyê vê yekê bi awayekî eşkere dibêje ku divê hevpeymana Edenê ya ewlehiyê were aktîfkirin ku li gorî hevpeymanê kengî hêzên Tirkiyê bixwazin dikarin derbasî axa Sûriyê bibin.”

Kobanê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em dibêjin ku asayîkirina têkiliyan li ser esasê şerkirina li dijî pêkhateya Kurd li Sûriyê li gorî hevpeymana Edeneyê, êdî rejîm ji vê yekê sûdê wernagire, berovajî wê ev yek ji sedemên sereke yên aloziya Sûriyê bû. Di pêşerojê de, ji bilî rewakirina dagirkeriya Tirk li ser axa Sûriyê û xurtkirina komên terorîst ên li ser axa Sûriyê, tu sûdê nade rejîmê.”

Mezlûm Kobanê bal kişand ser têkiliyên di navbera hikumeta Sûriyê û Tirkiyê de û got: “Piştî ku Beşar Esed hikum li Sûriyê wergirt, li ser hesabê doza kurdî têkilî di navbera hikumeta Sûriyê û Tirkiyê de çêbûn. Lê ger em bala xwe bidine wê pêvajoyê, em ê bînin ku Tirkiyê bi rêya çêkirina şaneyên ewlehî û destekdayîna hin projeyan ku sûdê dide aboriya Tirkiyê li ser hesabê berjewendiyên Sûriyê, planên rûxandina Sûriyê ava kir.” Kobanê hêvî kir ku hikumet vê şaşiyê careke din dubare neke.   

Mezlûm Kobanê der barê armancên Tirkiyê li Sûriyê de ev tişt got: “Tirkiye bi awayekî eşkere li ser zimanê serokê wê Recep Tayyîp Erdogan dibêje ku ew ji axa ku li Sûriyê dagir kiriye, venakişe û bi hinceta parastina ewlehiya neteweyî ya Tirkiyê hewl dide herêmên li rojhilatê Firatê û Minbicê dagir bike. Di demên dawî de jî xebatên xwe yên ewlehî û leşkerî zêde kirin da ku bigihîje vê armancê.”

‘Em “herêma ewle” qebûl nakin’

Mezlûm Kobanê der barê avakirina herêmeke ewle de ku Tirkiye hewl dide ava bike, ev nirxand kir: “Me berê jî got em fikra herêma ewle ya ku dikeve xizmeta ewlehî û îstiqrara li herêma Rojhilatê Firatê bi parastina navneteweyî, qebûl dikin. Ji bo gihandina formekê ku ji hêla hemû aliyan ve were qebûlkirin, dan û standin dewam dike. Em bi israr in ku herêma ewle bi xwe re destwerdana Tirkiyê ji axa Sûriyê re neyne û rewabûnê nede Tirkiyê. Lê ji aliyekî din ve jî, bêyî çareseriya meseleya Efrînê, em nikarin bi Tirkiyê re bigihîjin lihevkirinekê daynin.”

Fermandarê giştî yê QSD`ê wiha pê de çû: “Vegerandina Efrînê ji xelkê wê re doza me ya sereke ye û em nikarin behsa pêşketinên siyasî yan jî ewlehî û îstiqrarê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêyî Efrînê bikin. Her wiha vegerandina şêniyên Efrînê û bi parastina navneteweyî û vegerandina mal û milkên wan ên ku ji wan hatine standin, rakirina guhartina  demografîk a heyî û vegerandina Efrînê li rewşa wê ya berê, mijareke girîng di dewama dan û standinan de der barê herêma ewle û serkeftina wê de  ye.”

Li ser pirsa têkildarî bêdengiya der barê dagirkirina Efrînê bi destê Tirkiyê de, Mezlûm Kobanê ev bersiv da: “Em dagirkirina Efrînê wek encama komployeke navneteweyî dibînin û îsbata vê yekê jî bêdengiya civaka navneteweyî ya der barê Efrînê û rastiyên veşartî ne ku di Astana û Soçiyê de veşartî ne.”

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Kobanê teqezî li ser sûdwergirtina ji waneyên dîrokî kir û got: “Em bawer dikin ku piştî gelek berdêlên giran ku gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe ve û taybet li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dane, dîrok xwe dubare nake. Her wiha hevgirtina hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şerkirina hemû pêkhateyan ji Kurd, Ereb, Aşûr, Suryan û Tirkmen di bin ala Hêzên Sûriya Demokratîk de û tevlêbûna xwîna wan di nava hev de, di şerê li dijî terorê de, zemîneke xurt a serxistina projeya rêveberiya pêkhateyan ji herêma xwe re di çarçoveya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de danî.”

(kc)


Mijarên Din