Fermandarê Lîwa Şoreşgerên Idlibê: Gotegotên çapemeniya Tirk derew in

Fermandarê giştî yê Lîwa Şoreşgerên Idlibê ya di bin sîwana QSD`ê de, destnîşan kir ku gotegotên dezgehên çapemeniya dewleta Tirk belav kirine derew in û armanca wan reşkirina  hêzên wan e.

Lîwa Şoreşgerên Idlibê li herêmên Minbic û Reqayê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalak e û piraniya şerwanên wê ji herêma Idlibê ne û di bin sîwana QSD`ê de ne.

Fermandarê giştî yê Lîwa Şoreşgerên Idlibê Iskender Ellaa  destnîşan kir ku kanalên çapemeniyê yên girêdayî dewleta Tirk nûçeyên derew belav kirin ku destê Lîwa Şoreşgeran di teqînên li bajarê Babê ya Sûriyê ya di Gulana borî de heye.

Iskender Ellaa îdiayên dewleta Tirk red kirin û got artêşa Tirk hewl dide navê hêzên wan reş bike, ji ber ku ji destpêka salê ve bi sedan malbatên ji şêniyên herêma Idlibê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  pêşwazî kirine.

Iskender Ellaa got: "Li ku dibe bila bibe ne ji berjewendiyên me ye ku em gelê Sûriyê qetil bikin, em şoreşger in û me li dijî rejîma Sûriyê ya sûcdar şer kiriye û îro jî em li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ên ku li bakurê Sûriyê pêk anîne, şer dikin. Dewleta Tirk dixwaze em di destê wan de bibin alavek û li dijî gelên xwe xizmeta siyaseta wan bikin."

GEFÊN QETILKIRINÊ LI ELLAA Û KESÊN NÊZÎ WÎ TÊNE XWARIN

Iskender Elllaa di berdewama axaftina xwe de got kesekî nêzî wî ku di nava lîwayê de cihê xwe digire, rastî suîqastkirinê hat da ku zextê lê bikin, di heman demê de bi rêya telefonê jî îstixbarata dewleta Tirk gef lê dixwar, li hundir û li derveyî welat jî malbata wî tengezar dikirin.

Piştî fermandarê giştî yê Lîwa Şoreşgerên Idlibê sûcên dewleta Tirk ên li Idlibê û şandina çeteyên sûrî ji hêla dewleta Tirk ve li derve ji ajansa me re eşkere kirin, ev gef lê tên xwarin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din