Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî: Parastina axê mafê me ye

Fermandar Riyad El-Xelef diyar kir ku di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrişan hat dayîn û got “Hewldanên dagirkeran li ser zêdekirina baregeh û noqteyan di gundê aram de hene. Em destûrê nadin ku axa me dagir bikin.”

Ev demek e ku hewldanên dagirkeran li ser dagirkirina bajarê Eyn Îsa û gundewarên wê hene. Hema rojane êriş li ser bajar û gundewarên Eyn Îsa û gundewarên rojavayê Girê Spî pêk tên. Di êrişan de yekser sivîl dibin qurbanî. Beriya çend rojan zarokek bi temenê 13 salî hat qetilkirin û sivîlek jî bi temenê 30 salî birîndar bû.

Di 21’ê vê mehê de komek çete û leşkerên dewleta Tirk hewl da derbasî bajarê Eyn Îsa bibin. Di encama hişyarbûna şervanên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî de hewldan hatin pûçkirin. Piştî 3 saet şer çete û leşkerên dewleta Tirk çekên xwe li pey xwe hiştin, reviyan. Dagirker hewl didin ku noqte û baregehên leşkerî di gundêwarên Eyn Îsa de zêde bikin.

Li ser rewşa dawî ya bajar û gundewarên Eyn Îsayê, fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad El-Xelef ji ajansa me re axivî.

PÊŞÎ LI KOMKUJIYÊ HAT GIRTIN

El-Xelef bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yê 21’ê vê mehê li ser bajar û gundewarên Eyn Îsa û got: “Li dijî êrişan me ber xwe da ku hişyariya şervanan pêşî li komkujiyê girt.  Bersivdayîna êrişan ji aliyê şervanên meclisa leşkerî ve hat dayîn. Ev bersivdayîn jî mafê rewa ye. Di encama êrişan de 10 çete hatin kuştin û gelek birîndarên wan çêbûn. Ev birîndar niha di nexweşxaneyên dewleta Tirk de ne.”

‘PARASTINA AXA ME MAFÊ ME YÊ REWA YE’

El-Xelef armanca avakirina Meclisa Leşkerî jî bi bîr xist ku di sala 2019’an de li dijî êriş û parastinê heya niha bi erkê xwe radibe û got: “Di nav meclisê de Ereb, Tirkmen, Ermen û Kurd cih digirin. Ev netewe bi giştî li dijî dagirkeriyê bi yek ruhî li ber xwe didin. Em ê her dem parastina axa xwe bikin û li ber xwe bidin. Ev erkê me yê sereke ye. Em di çarçoveya parastina rewa de bersiv didin, heya ku ew êriş nekin ji aliyê me ve tu êriş pêk nayên. Parastina axa me mafê me yê rewa ye.”

‘PLAN KOÇBERKIRINA GELÊ HERÊMÊ YE’

El-Xelef diyar kir ku ew qas çete li dijî gel û pêkanîna komkujiyan dewleta Tirk derdora xwe kom kirine û wiha dewam kir: “Li Girê Spî hovîtiya ku li ser gel dikin li ber çav e. Aramiya herêmê bi destê wan tê jinavbirin. Yekem armanca wan vegerandina dewleta Osmanî ye û her wiha temamkirina sînorên Misak-î Millî ye. Ev êriş jî bi armanca temamkirina wan sînoran e. Herêmên me di nav aramiyê de dijîn lê bi êrişan dewleta Tirk dixwaze vê aramiyê têk bibe. Li pêş çavên hemû cîhanê dagirker sivîlan dikin hedef. Bi topbaran û sûîqestan her sivîl dibin qurbanî. Plana dewleta Tirk taybet ji bo koçberkirina gelê herêmê ye û ji bo wê jî her tim êriş dike. Di êrişên dawî yên ku xwestin derbasî bajarê Eyn Îsa bibin de dîsa ev peyam dan. Diyar e ku wê êriş û hewldanên wan ji bo derbaskirina bajar berdewam bike. Bi taybet êriş li ser rêya M4 hene ku vê rêya sivîlan dixwazin dagir bikin. Jixwe sivîlên ku wê rê bi kar tînin her tim dibin hedef.” 

El-Xelef anî ziman ku di êrişan de bersivdayîn ne ji aliyê leşkerên hikûmeta Şamê ne jî ji aliyê leşkerên Rûsya ve hat dayîn û diyar kir ku ew li hemberî êrişan her tim bê deng in.

DAGIRKER HEWL DIDIN BAREGEH Û NOQTEYAN ZÊDE BIKIN’

El-Xelef destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê hewl didin noqte û baregehên leşkerî zêde bikin û gundên Eyn Îsa li ser vê armacê hêdî hêdî dagir bikin û got: “Em qebûl nakin û destûrê nadin ku gundên me dagir bikin, baregeh û noqteyan ava bikin. Ji baregehên ku ava kirine her êriş dikin û sivîlan dikin hedef. Ji bo wê dixwazin hejmara baregeh û noqteyan zêde bikin da ku sivîlan hîn zêdetir bikin hedef. Em zarokên wî gelî ne ku heya dilopa dawîn a xwîna laşê xwe li dijî hovîtî û dagirkeriyê di herêmên xwe de li ber xwe bidin.”

ANHA


Mijarên Din