3'yê Cotmeha 2014'an, dema ku çeteyên DAIŞ'ê êrişî bajarê Kobanê kir û nêzî bajar dibûn, fermandarê Tabûra Şems El Şemal şehîd Feysel Sadûn (Ebû Leyla) digot dê Kobanê bi ser bikeve.
Wê rojê anku 2 roj beriya ku DAIŞ derbasî bajar bibe û şerê kolanan dest pê bike, nûçegihana me ya ku berxwedana Kobanê kêlî bi kêlî dişopand, hevpeyvîn bi fermandar şehîd Feysel Ebû Leyla re pêk anî. Em ê vê hevpeyvînê bi rasthatina salvegera 7'emîn a şehadeta wî careke din diweşînin.
Di dîmenên hevpeyvînê de nîşaneyên bawerî û aramiyê li ser rûyê şehîd dixuyan û dibêje: "Em bi tiving û bombeyên destan şer dikin. Divê her kes bizane ku Kobanê nakeve. Çekên giran wekî tank, obus û moşek li gel me tune ne. Çeka me ya herî giran RPG ye."
Li ser pirsa çima ev êrişa mezin li ser Kobanê hat kirin, Ebû Leyla vê bersivê dide: "Kobanê tê wateya man û nemana Kurdan. Divê her kes bizane ku Kobanê nakeve. Bi berxwedana YPG, YPJ û şervanên Tabûrên Şems El Şemal em ê bi ser bikevin û dê Kobanê mohrekê li dîrokê deyne. Dê senaryoya Enbar û Tekrîtê dubare nebe ku tevî hemû çekên wan ên giran lê 24 saetan li ber xwe nedan."
Ruxmî ku dengeyên hêzan ne wekî hev bûn, lê Ebû Leyla beriya ku şer bi dawî bibe, dizanî dê encamên wê çawa bin. Li ser vê yekê wiha tîne ziman: "Îro 19 roj di ser berwedana Kobanê re derbas bûn. Ev berxwedan dê di rûpelên dîrokî de were nivîsandin. Bila her kes nas bike ku Kobanê çi ye da ku careke din êrişî wê nekin."
Ebû Leyla di hevpeyvînê de bi baweriyeke mezin dibêje dê senaryoya Şengalê li Kobanê dubare nebe û wiha dewam dike: "Me xwe ji bo rojeke wisa amade kiriye. DAIŞ gihaşt bajar, dê dîrok vê binivisîne ku ev cih dê ji wê û tankên wê re bibe goristan."
GOTINA WÎ BI CIH HAT
26'ê Çileya 2015'an, 134 roj di ser berxwedana Kobanê re derbas bûn. Parêzvanên Kobanê çeteyên DAIŞ'ê qewitandin û êrişeke mezin têk birin. Piştre şervanan operasyona rizgarkirina gundên Kobanê da destpêkirin.
YPG, YPJ, Tabûrên Şems El Şemal û Tûgeya Siwar Reqa di bin sîwana Odeya Çalakiyan a Burkan El Furat de bûne yek. Ev ode jî bû bingeha avabûna QSD'ê ku piştî çend mehan ji rizgarkirina Kobanê hat damezirandin. QSD'ê pêşengiya pêngavên tunekirina DAIŞ'ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.
Di şer de çeteyên DAIŞ’ê, tank, obus, erebeyên veguhestina çeteyan, çekên giran û erebeyên bombebarankirî bi kar dianîn, lê çekên li gel parêzvanên Kobanê sivik bûn û bombeyên destan bi kar dianîn. Tevî vê cudahiyeke mezin a di navbera çekên li gel parêzvanên Kobanê û yên DAIŞ'ê de, DAIŞ li Kobanê hat têkbirin.
3'yê Hezîrana 2016'an anku piştî çend rojan ji ragihandina pêngava rizgarkirina Minbicê, fermandar Ebû Leyla di eniyên berxwedanê de bi giranî birîndar bû, tevî hemû hewldanên bijîşkan jî di 5'ê heman mehê de şehîd bû. Pêngav heta rizgarkirina tevahî Minbicê dewam kir û armancên şehîd Ebû Leyla pêk hatin.
EBÛ LEYLA MÎRASEKE MEZIN A BERXWEDANÊ YE
Ebû Leyla li taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û taxên kevn ên Helebê, eniya Laziqiyê û Eyn Îsayê li hemberî hêzên hikumeta Şamê şer kir.
Ebû Leyla wek fermandarê Tabûrên Şems El Şemal cihê xwe li eniya rojhilat a bajarê Kobanê digirt. Her wiha bû yek ji sembolên cenga Murşîdpinarê (deriyê sînor ê Kobanê) ya 29'ê Mijdara 2014'an. Ebû Leyla di vê cengê de berxwedaneke mezin nîşan da û 7 caran birîndar bû. Ji bo tedawiyê ew rakirin nexweşxaneyên Bakurê Kurdistanê, piştî ku tedawî bi dawî kir, vegeriya û careke din cihê xwe di şerê li hemberî DAIŞ'ê de girt.
Ebû Leyla beşdarî pêngavên rizgarkirina navçeya Sirîn, bajarê Girê Spî, Hol, Şedadê, Eyn Îsa û bendava Tişrînê jî bû.
Fermandarê giştî yê berê yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced ê di pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê di havîna 2017'an de şehîd bû, yek ji hevreyên şehîd Ebû Leyla bû. Ebû Emced di hevdîtineke berê de li ser şehîd Ebû Leyla wiha dibêje: "Her gavek û her gotineke wî eşq û hezkirina me ya ji welat re zêdetir dike. Bi qasî hezkirina welat em bê tirs li hember guleya dijmin disekinin. Bi rastî Feysel Ebû Leyla ji bo şervanan jêdera moralê bû. Ruxmî ku fermandar bû jî, her tim di rewşên herî zehmet de bi hevalên xwe re bû û wan diparast. Ebû Leyla her tim li herêmên herî xeternak bû, bi şervanên xwe re diciviya û ji wan dixwest ku ji dil li ber xwe bidin û bi silametiya sivîlan bifikirin."
(bb)
ANHA