Fermandarê QSD`ê: Operasyonên me ji bo tunekirina şaneyên DAIŞ`ê berdewam in

Fermandarê QSD`ê Goran Til Temir got operasyonên wan ên li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ`ê berdewam in. Her wiha tekez kir ku QSD parêzvana tevahiya gelê Sûriyê ye û karî terorê bişikîne.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di 23`yê Adarê de destpêkirina pêvajoyeke nû ji şerê li0 dijî DAIŞ`ê, piştî tunekirina wê ragihand.

Fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî bi rêya civîneke çapemeniyê li zeviya petrolê El-Umer wiha gotibû: "Em ji raya giştî re destpêkirina pêvajoyeke nû di şerê DAIŞ`ê de radigihînin, bi armanca tunekirina hebûna leşkerî ya DAIŞ`ê ya veşartî yanî şaneyên wê."

Piştî ku şaneyên DAIŞ`ê yên veşartî tev geriyan, kiryarên terorîst li herêmê pêk anîn û sivîl kirin hedef. QSD û Hêzên Ewlehiya Hundirîn gelek endamên DAIŞ`ê girtin û madeyên teqemenî û çek desteser kirin.

Di hevpeyvîneke li gel ajansa me de fermendarê QSD`ê Goran Til Temir girêdayî hemleyên wan li dijî şaneyan axivî û got: "Operasyonên me yên leşkerî û ewlehî li dijî şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ`ê berdewam in. Heta niha me gelek çete girtine û li dijî baregehên wan me gelek operasyonên serdegirtinê meşandine."

Goran Til Temir diyar kir ku hemleyên lêgerînê li herêmên ku nû hatine rizgarkirin û vedîtina xendekên ku DAIŞ`ê kolandine, berdewam in.

Fermandarê QSD’ê Goran Til Temir îşaret pê kir ku QSD wêneyeke biçûk ji tevna civaka Sûriyê ye û tevahiya pêkhate û baweriyên Sûriyê kom dike. QSD`ê hêzên parêzvanê gelê Sûriyê ye, li hember DAIŞ`ê sekinî û ew tune kir.

(şx)

ANHA


Mijarên Din