Fermandarê QSD`ê: Bi berdewamkirina êrişên dewleta Tirk re şaneyên DAIŞ`ê aktîf dibin- HAT NÛKIRIN

Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ê li eniya navçeya Eyn Îsa, Elî Şêr tekez kir ku bi berdewamkirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê re, şaneyên DAIŞ`ê li herêmê aktîf dibin.

Piştî artêşa Tirk û çeteyên wê herêmên Girê Spî û Serêkaniyê dagirkirin, tevî hevpeymana agirbestê ya di navbera Tirkiyê û DYA`yê de û muzekeriya di navbera Rûsya û Tirkiyê de ku li dijî kiryarên qetilkirinê disekinin, êrişî Til Temir û navçeya Eyn Îsayê kirin û bi vê yekê hewl didin rûbera dagirkirina herêman berfirehtir bikin.

Têkildarî geşedanên di qada eniyên li navçeya Eyn Îsayê ku artêşa Tirk êrişî navçeyê dike, ajansa me ANHA`yê hevdîtin bi fermandarê eniya Eyn Îsayê Elî Şêr Cudî re çêkir.

LI DIJÎ EYN ÎSAYÊ ÊRIŞ BERDEWAM IN

Fermandar wiha got, piştî artêşa Tirk gundê Şêrak û depoyên wê ku 15 km dikeve bakurê Eyn Îsayê dagirkirin, artêşa Tirk û çeteyên wê bi çekên giran, panzêr û balafiran êrişî bakur û rojavayê navçeyê kirin.

Fermandar Elî Şêr wiha amaje kir, çete ji aliyê gundê Şirkerak ê ku li bakurê Eyn Îsayê û heta bi depoyên li kêleka rêya M4 bi cih bûne, di heman demê de ji aliyê rojavayê Eyn Îsayê herêmên dagirkeriya wan 2 km dikve bakurê kampa Eyn Îsayê û bi 1 km dûrî M4 e.Fermandar piştrast kir ku di çarçoveya parastina rewa de QSD`ê bersiva êrişên artêşa Tirk didin.

ARTÊŞA DAGIRKER HEVPEYMANA AGIRBESTÊ BINPÊ DIKE

Elî Şêr Cudî bal kişand ser binpêkirinên ku dewleta Tirk dike û wiha anî ziman, li gorî hevpeymana Sochî hevpeyman di navbera Rûsya û Tirkiyê de çêbû û agirbest hate ragihandin, li ser vî esasî QSD`ê 32 km vekişiya, lê niha em 3 km ji paş rêya M4 vekişiyane.Di gel ku ji ber navçeya Eyn Îsayê ku 30 km dûrî sînor e ne di nav hevpeymanê de ye, em ji parastina navçeyê man.

Cudî wiha li axaftina xwe zêde kir, em dikarin mînaka dagirkirina gundê Şerkirak û depoyên wê ku rasterast dikeve ser rêya M4 bibêjin, ji ber vê yekê da ku rêya M4 bigirin, artêşa Tirk û çeteyên wê êrişî navçeya Eyn Îsayê kirin.

Fermandar piştrast kir ku di encama topbarana artêşa Tirk a li ser navçeya Eyn Îsayê gelek sivîl bûn qurban û li ser vî esasî QSD`ê bersiva êrişan da.

DAGIRKERIYA TIRK Û ÇETEYÊN WÊ LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ ÇI DIKIN?

Têkildarî rewşa herêmên dagirkirî fermandar Cudî wiha got, karê artêşa Tirk talankirin, wêrankirin û revandina sivîlan e, di gel ku teqînên li Silûk, Eyn Îsayê û Girê Spî rû didin, artêşa Tirk û çeteyên xwe bi armanca derxistina nakokiyan têkbirina aramiyê pêk tînin, her wiha dema êrişî gundên Seyda û Mialiq ên rojavayê Eyn Îsayê kirin, di navbera wan de nakokiyên der barê kel û pelên sivîlan ên ku dizîne derket.

ROLA ŞANEYAN DI ÊRIŞÊN ARTÊŞA TIRK DE

Elî Şêr Cudî wiha got, piştî artêşa Tirk û çeteyên xwe di eniyên ku şaneyên veşartî li herêmê diketin dewrê de têk çûn, li herêmê rojane artêşa Tirk şaneyên veşartî dixe dewrê û beriya çend rojan li ser rêya di navbera Eyn Îsa û Reqayê sivîl qetilkirin û cenazeyên wan avêtin ser rê, her wiha pira di navbera Eyn Îsa û Reqayê de jî rûxandin, paşê DAIŞ`ê buyer girte ser xwe.

Ev jî nîşane ku şaneyên veşartî bi perspektîf û rêvebirina dewleta Tirk tev digerin, di encamê de ewlehî û armaniya herêmê têk bibin, li ser vî esasî em rê nadin ewlehiya herêmê tê bibe û em ê parastina pêkhateyan ji xeteriya terorîstan bikin.

Fermandar wiha pê de çû, di gel ku piştî artêşa Tirk derdora kampê topbaran kir, artêşa Tirk çeteyên xwe tevî malbatên wan bi panzêrên wan ew revandin ji ber vê yekê kamp hate valakirin û çeteyên DAIŞ`ê û malbatên xwe ber bi Tirkiyê ve reviyan.

HELWESTA ŞÊNIYAN JI BINPÊKIRINÊN ARTÊŞA TIRKIYÊ

Têkildarî helwesta şêniyan ji êrişên artêşa Tirk fermandarê QSD`ê Elî Şêr Cudî wiha pave kir, li vir Kurd, Ereb û hejmarek ji Ermenan dijîn, hewlwesta wan diyar û xurt e, şênî dagirkirina artêşa Tirk ji herêmên xwe re red dikin, nîşana vê yekê jî bi hezaran şênî ji Minbic, Kobanê, Reqa, Tebqayê û Dêrazorê ber bi bi navçeya Eyn Îsayê ve çûn û êrişên artêşa Tirk şermezar kirin û bal kişandin ser yekîtiya Sûriyê.Di dawiyê de fermandar Cudî bang li gel ku yekîtiya xwe ava bikin, her wiha got, divê li dijî êrişên artêşa Tirk ciwan xwedî biryarên tund bin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din