​​​​​​​Fermandarekî din ê Îranê ji ber Koronayê jiyana xwe ji dest da

Hat diyarkirin ku Cîgirê Rêveberê Yekîneya Sarallah li Tehranê, girêdayî Pasdarên Îranê General Nasir Şabanî ji ber vîrusa Korona (COVID-19) jiyana xwe ji dest da.

Li gorî malperên ser bi  hikûmeta Îranê ve Cîgirê Rêveberê Yekîneya Sarallah li Tehranê ya girêdayî Pasdarên Îranê General Nasir Şabanî ji ber vîrûsa Korona jiyana xwe ji dest da.

Nasir Şabanî demek dirêj Cîgiriya Rêvebirê Zanîngeha Serbazî ya Îmam Husên jî kiribû.

Piştî belavbûna berfireh a vîrusa Korona li Îranê, hejmarek fermandarên pasdarên  Îranê jiyana xwe ji dest dan.


Mijarên Din