Fermandarekî QSD’ê: Dewleta Tirk piştî agirbesta mirovî êriş zêdetir kirin

Ji fermandarên QSD`ê yên navçeya Eyn Îsayê Macid Feyad El-Şiblî diyar kir ku hêzên wan li gorî agirbesta mirovî tev digerin lê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê di vê rewşa awarte de êrişên xwe dijwartir dikin.

Bi banga QSD’ê ya ragihandina agirbesta mirovî li tevahî Sûriyê re, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên dijwar li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin. Êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê şervanên QSD’ê ve di çarçoveya parastina rewa de tên têkbirin.

Li herêmê ji bo pêşîlêgirtina belavbûna Koronavîrusê (Covid-19) tevger tê meşandin lê di aliyekî din de jî êrişên dijwar li ser sivîlan hene. Têkildarî êrişên dagirkeran yek ji fermandarên QSD’ê yê navçeya Eyn Îsayê Macid Feyad El-Şiblî  diyar kir ku ji bo parastina gel û axa xwe bersiva êrişan didin.

‘EM LI GORÎ AGIRBESTÊ TEV DIGERIN’

El-Şiblî ragihandina agirbesta mirovî ya QSD’ê bi bîr xist ku dewleta Tirk li gorî agirbestê tev nagere û got: “Li cîhanê û herêmên me ji bo xweparastina ji Koronavîrusê di aliyê jiyanî û leşkerî de rewşa awarte hatiye ragihandin. Di aliye leşkerî de agirbesta mirovî ku hat ragihandin, ji aliye dewleta Tirk a dagirker ve wekî her agirbestê tê binpêkirin. Vê dema hesas jî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê wekî firseta êrişan dibînin û êrişên dijwar li ser herêmên me pêk tînin. Lê ew firseta wan naçe serî. Em li gorî agirbestê tev digerin û di aliyê me de tu êriş li ser leşkerên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê çênebûne. Di çarçoveya parastina rewa de em neçar in ku bersiva êrişan bidin.” 

‘JI BO PARASTINÊ EM Ê BERSIVA ÊRIŞAN BIDIN’

El-Şiblî bal kişand ser hedefgirtina sivîlan ji aliyê dagirkeran ve û wiha dewam kir: “Van demên dawî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê êrişên li ser gundewarên Eyn Îsayê yên Dibis, Um El-Beramîl, Hoşan, Fatsa, Seyda, Xalidiyê, Xwaringeha Siqir, gundewarên Girê Spî; Qizelî, Korhesen, Silîp, Korik, Sofyan, Sewama Qizelî, Mevuca û rêya M4 zêde kirine. Li van gundan sivîl û nuqteyên leşkerên rejîma Sûriyê tên hedefgirtin. Bi hedefgirtina sivîlan re dixwazin gund bên valakirin û bi vî awayî dagir bikin.”

El-Şiblî diyar kir ku li dijî êriş û hedefgirtina sivîlan bê deng namînin û got: “Ji bo parastina gel û axa xwe em li vir amade ne. Her çi qas ew êriş bikin em ê jî bersivê bidin.”

ANHA


Mijarên Din