​​​​​​​Fermandarekî QSDʹê: Em amade ne bersiva her êrişan bidin

Ji fermandarên QSDʹê yên li eniyên Eyn Îsayê Ezîz Xirbîsan da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker rojane gundên Eyn Îsayê topbaran dike û got, QSDʹê amade ye bersiva her êrişekê bidin.

Têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Eyn Îsayê û asta bersivdayînê, ji fermandarên QSDʹyê yên li Eyn Îsayê Ezîz Xirbîsan ji ANHAʹyê re axivî.

Ezîz Xirbîsan got, dewleta Tirk a dagirker rojane eniyên Eyn Îsayê bi taybet gundên Mielek, Seyda û Mişêrfê bi çekên giran topbaran dike.

Ezîz Xirbîsan diyar kir ku dijmin bi van êrişên xwe dixwaze navenda navçeya Eyn Îsayê dagir bike û got, rojane tevgerên zêde yên dagirkeran li eniyan hene.

Ezîz Xirbîsan anî ziman ku QSDʹê amade ye bersiva her êrişeke li ser herêmê bide û diyar kir ku gundên tên topbarankirin, sivîl lê hene û li kêleka QSDʹê li ber xwe didin.

Xirbîsan her wiha got: "Dijmin dixwaze gundên li ser rêya navneteweyî dagir bike.ʹʹ

Artêşa Tirk a dagirker di vê dawiyê de giraniya êrişên xwe daye gundên Xan, Ebdokê, Zenbûya, Qizelî, Erîda, Sileybî, Xirbe Beqer, Dibis, Ebû Sira, Hoşan, Cedîda, Malikiyê, Seyda, Mişêrfê, Cehbel, Fatisa, Tirwaziyê, Sîkro Um El Beramîl ên rojavayê Girê Spî û rojhilat û rojavayê Eyn Îsayê.

Di van êrişan de moşek, tank, top, obîs, bombater û balafirên şer ên bê mirov tên bikaranîn.

(bb)

ANHA


Mijarên Din