​​​​​​​Fermandareke QSD`ê: Li Eyn Îsayê Kurd û Ereb bi hevgirtinê helwesta xwe nîşan dan

Fermandara QSD’ê Milîtan Çiya diyar kir ku tevî navçe di warê cografîk de biçûk e jî, lê belê gel saziyên xwe birêxistin kiriye û meclis ava kirine û destnîşan kir ku ew yek yekitiya gel nîşan dide û got:" Gelê Kurd û Ereb li vir bi yekitiya xwe helwesta xwe nîşan da.”

Milîtan Çiya got ji coş û moralê gel diyar dibe ku gelê Eyn Îsa çiqasî girêdayî ax û welatê xwe ye û wiha axaftina xwe domand: “Ruxmî ku gel di nav şertên zor û zehmet de ye, lê belê gel tu caran gav paşde neavêt. Li dijî êrişan gel her tim di nava çalakiyan de ye. Bi wan çalakiyan gel yekîtî û helwesta xwe nîşan da. Gelê Kurd û Ereb li vir bi yekitiya xwe helwesta xwe nîşan da.”

'ARMANC NE TENÊ EYN ÎSA YE'

Derbarê êrişen dewleta Tirk a dagirker li dijî Eyn Îsayê, ji fermandarên QSD`ê Milîtan Çiya destnîşan kir ku li ser dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê re salek derbas bû, lê belê dewleta Tirk dest bi amadekirina planan li ser Eyn Îsayê kir û wiha domand: “Êrişên li dijî Eyn Îsa pêk tên, nîşan didin ku armanca dewleta Tirk a dagirker ne tenê Eyn Îsa ye. Di armanc, plan û projeyên wan de dagirkirina giştî Rojava heye, ji ber ku ew destkeftiyên gel bi dest xistiye tehmûl nakin. Ev 3 Meh in êrişên li ser Eyn Îsayê ranewestiyane. Bêyî ku ferqî bixin nava zarok, jin û sivîlan bê serûber bajer û gundewaran topbaran dikin. Dewleta Tirk dibêje 'ezê êrişan pêk bînim, lê mafê QSD’ê nîne ku parastinê bike’ Nêzîkatiyeke wiha tu carî nayê qebûlkirin. Şervanên azadiyê gel, ax û welatê xwe diparêzin. Ger dewleta Tirk êriş bike, parastina herêmê mafekî me yê rewa ye û em ê hemû êrişan têk bibin.”

RASTÎ Û HEQÎQET TÊN BEROVAJÎKIRIN, EW VALA DERKETIN!

Milîtan Çiya di nirxandina xwe de behsa şêrê taybet û pîskolojik ku dewleta Tirk bi rêya dezgehên çapemeniyê dimeşîne kir û daxuyand ku dewleta Tirk li ser êrişên di hefteyên dawiyê de pêk hatine li ser ragihandin û çapemeniyê wekî ku ‘’wan êrişî me kir û me jî parastina xwe kir” nîşand dide. Milîtan Çiya wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tiştekî wisa nîne. Heta dawiyê dewleta Tirk a dagirker bi xwe êriş dikir. Hêzên QSD’ê jî parastina xwe kirin. Di şerê parastinê de hêzên QSD’ê derbên giran li dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê xistin. Di rastiyê de dewleta Tirk ji QSD’ê derbeyeke wiha hêvî nedikir. Ji ber ku dewleta Tirk her mafê êrişkariyê di xwe de dibîne, ango dewleta Tirk dixwaze têkçûyîn û derbeyên ku xwarine berovajî bike. Heta niha jî armanca dewleta dagirker dagirkirina Eyn Îsayê ye.

Fermandara QSD`ê Milîtan Çiya têkildarî rêya M4, planên dewleta Tirk û helwestên hêzên navneteweyî jî ev nirxandin kir: “Eyn Îsa navçeyek biçûk e, lê belê cihê  xwe girîng e. Xeta rêya M4, rêyekî navneteweyî ye. Ji bo wê mafê dewleta Tirk nîne ku vê herêmê û rêya navneteweyî bixe bin kontrola xwe. Di rastiyê de rêya M4 li ser daxwaza gelan pêk hatiye. Ev rê gelek welat û rêyan bi hev ve dide girêdan û gel li ser wê rêyê bazirganiyê dike û gelek pêdivî digêjin ber destê wan. Rêya M4 ne herêmek leşkerî ye ku dewleta Tirk bixwaze bixe bin serweriya xwe. Ji lew re pêwîste hêzên navneteweyî li hemberî dewleta Tirk hişyar bin.”

‘BERXWEDAN BERDEWAM E, SERKEFTIN WÊ TEKEZ A ME BE’

Milîtan Çiya her wiha têkildarî berxwedana gel û şervanan destnîşna kir ku li hemberî hemû hewldan û êrişan amadekariyên wan hene û wiha nirxandina xwe bi dawî kir: “Gel bûye yek û xwedî helwest e. Tu carî wê hêzên QSD’ê rê nedin dagirkirina rêya M4 û tevahî herêmê. Şervanên QSD’ê ji bo parastina axa xwe û gelên xwe di eniyên pêş de cih digirin. Her wiha ji bo pêşerojê, bawerî û hêviyên me bi şervanên azadiyê xurt in. Berxwedana me dewam dike û serkeftin wê tekez a me be.”

ANHA


Mijarên Din