Îro têkildarî kesên reviyane derve û hundir, Fermandariya Giştî ya Erka Xweparastinê daxuyaniyek nivîskî da û efûya giştî ragihand.
Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Erka Xweparastinê wiha ye:
"Ji ber êrişên artêşa Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hêzên me neçar man bersiva êrişên hovane yên ku çekên giran, qedexekirî, tank û topan li dijî sivîlan bi kar anîn, bidin. Ji ber vê yekê rewşên koçberkirin, şehadeta sivîlan û reva ji erka xweparastinê derketin hole. Li ser vî esasî Fermandariya Giştî ya Erka Xweparastinê îro (22.11.2019) efûya giştî ya hundirîn û derve derxist, lê belê divê di nava 15 rojan de serlêdana navendên Hêzên Erka Xweparastinê bê kirin."
(eh)
ANHA