Fermandarên QSD’ê: Divê gel hevgirtî be da ku ewlehî û aramî pêk bê

Fermandarên QSD’ê yên ku beşdarî Pêngava Tunekirina Terorê bûne, got şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê û alîgirên dewleta Tirk in, her wiha bang li şêniyên herêmê kir ku hevgirtî bin ku ewlehî û aramî pêk bê.

Di vê dawiyê de li bakurê rojhilatê Dêrazorê çalakiyên şaneyên rêxistinên terorîst hene ku ji hêzên dagirker û ajandeyên derve re dixebitin. Her wiha kiryarên teqandin û qetilkirinê zêde bûn.

QSD bi beşdariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Koalîsyona Navdewletî ji bo parastina ewlehiya pêkhateyên herêmê di nava hewldanan de ye.

4`ê Hezîrana derbasbûyî QSD`ê bi navê Pêngava Tunekirina Terorê dest bi têkbirina şaneyên DAIŞ`ê kir.

Fermandarên QSD’ê têkildarî pêngavê ji ANHA’yê re axivîn.

HEMLEYÊ LI SER BANGA ŞÊNIYÊN HERÊMÊ DEST PÊ KIR

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Elî Fûlaz diyar kir ku şêniyên herêmê beriya çend mehan banga sekinandina şaneyên veşartî yên li herêmê kir ku sînorekî ji çalakiyên terorîstan re deynin.

Elî Fûlaz wiha axivî: "Şaneyên veşartî yan jî şaneyên îstixbaratê ku li herêmê kiryarên xerab dikin, ne tenê şaneyên DAIŞ`ê ne lê belê endamên çeteyên artêşa Tirk û şaneyên girêdayî Îranê jî hene."

Fermandar Elî Fûlaz got çeteyên bi aliyên derve re kar dikin, hewldanan têkbirina ewlehiyê û aramiyê dikin û tekane hedefa van kesan ew e ku pereyan qezenc bikin.

ARMANCA HEMLEYA ME BIDAWÎKIRINA GEFÊN LI DIJÎ ŞÊNIYÊN HERÊMÊ YE

Elî Fûlaz daxuyand ku hêzên leşkerî yên li herêmê hewldana têkbirina gefên li dijî şêniyên herêmê dikin.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Ebû Fehid jî bang li rûspiyên eşîrên herêmê û şêniyên wê kir ku bi hêzên leşkerî yên li herêmê re alîkar bin û ewlehiya herêmê mîsoger bikin, li gel vê yekê divê şêniyên herêmê û eşîrên wê ji bo parastina welatiyan û herêmê ji şaneyên veşartî, ji hêzên leşkerî re alîkar bin.

Li aliyekî din jî fermandar Mihemed Cibir bang li tevahiya kesên bi ajandeyên derve re li dijî şêniyên herêmê kar dikin, kir ku vegerin herêmê xwe û dev ji van fikiran berdin.

Mihemed Cibir got Sûriye ne cihê terorîstan ne, heke şêniyên wê hevkar bin û piştgiriya hêzên leşkerî bikin, ew ê hemû gefên li dijî herêmê rabin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din