Fermendarek: DAIŞ`ê di mehekê nêzî 180 êrîş pêk anî, lê hemû têk çûn

Yek ji Fermendarên QSD`ê Xelîl Wehş El-Nebir diyar kir ku sê alî QSD`ê dikin hedef û hewl didin wê têk bibin. Her wiha ragihand ku DAIŞ`ê di meha derbasbûyî de nêzî 180 êrîş pêk aniye, lê hemû têk çûne.

Di 21`ê Adarê, di çarçoveya Pêngava Bagire Cizîrê de herêmên rojhilatê Dêrazorê bi temamî ji DAIŞ`ê hatin rizgarkirin. QSD`ê di 23`yê Adarê de bi daxuyaniyekî têkçûna DAIŞ’ê ragihand. QSD’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku êdî pêngava tinekirina şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê destpê kiriye.

Piştî têkbirina DAIŞ’ê û rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gelek alî hewl didin tevlîhevî û fitneyan di nava şêniyên herêmên Dêrazorê de belav bikin.

Ji bo ji nêz ve em rewşa herêmên Dêrazorê bizanin, ajansa me hevpeyvînek li gel yek ji fermandarên QSD’ê Xelîl Wehş El-Nebir re çêkir.

Fermendar El- Nebîr  destnîşan kir ku DAIŞ hîna ji aliyê fikrî de tune nebûye û li hindek herêmên Dêrazorê maye. El- Nebîr diyar kir ku bermayên fikrê DAIŞ’ê bi taybet li herêmên ku DAIŞ û komên terorîst ên din lê ava bûne maye û wiha pê de çû: “Tunekirina hişmendiya DAIŞ`ê li van herêman tiştek ne hêsan e. Herêmên mîna Cedîdet Egîdat hemêzkerê DAIŞ û Şehîl hemêzkerê Cebhet El-Nusra bûn. Bi taybet herêmên girêdayî navçeya El-Besîra ji herêmên Dêrazorê yên herî mezin û tevahiya êlên Dêrazorê lê ne. Ji ber ku nêzî çemê Firatê ye serjimariya wê mezin e û niha di nav de şaneyên DAIŞ`ê hene.”

Li dijî herêmê 180 êrîşên çeteyan pêk hatin û hemû têk çûn

Fermendar Xelîl El-Nebir destnîşan kir ku dem demê hêzên wan rastî êrîşan tên û şervanan winda dikin. El- Nebîr got: “Çete di êrîşên xwe de motorsîklêtan bi kar tînin. Çeteyan di meha derbasbûyî de  180 êrîş li dijî QSD`ê pêk anin. Piraniya wan êrîşan têk çûn. Ev êrîş ne tenê çeteyên DAIŞ`ê pêk anîn, çeteyên Tirkiye û rejîma Sûriyê jî bûn.”

‘Sê alî hewl didin  ewlehiya herêmê bihejînin’

El- Nebîr diyar kir ku sê alî hêzên wan dikin hedef û hewl didin ewlehiya herêmê bihejînin û wiha axivî: “Ew jî DAIŞ`ê bi riya şaneyên xwe yên veşartî, çeteyên “Mertala Firatê” yên girêdayî dewleta Tirk bi riya bermahiyên Cebhet El-Nusra, rejîm û Îranê bi riya ajanên xwe yên li herêmê.”

El- Nebîr destnîşan kir ku ji bo tunekirina şaneyên çeteyên DAIŞ`ê koodîneyek yekser û plansaziyek kar bi Hêzên Ewlehiya Hundirîn, istixbarat û Hêzên Koalîsyona Navdewletî re heye. El- Nebîr got: “Wek şêniyên herêmê û êlên herêmê, me herêmên xwe rizgar kir û radestî şêniyên xwe kir da ku bi xwe birêve bibin. Gel bi hêzên xwe ve girêdayî ne."

Têkildarî xwepêşendanên li Dêrazorê El- Nebîr got: “Ew bi hindek daxwazên xwe mafdar in, lê pirsgirêk ne xizmetguzarî ye. Hindek alî xizmetguzariyê bikar tînin da ku tevliheviyê li herêmê belav bikin. Ew kes bi ajandeyên ku me li jor rêz kiriye ve girêdayî ne. Ev tişt bi riya nivîsên nijadperestî li ser pankertên ku hildane diyar bû."

‘Dagirkeriya Tirk hewl da û hîna hewl dide bermahiyên Cebhet El-Nusra li herêmê çekdar bike’

El- Nebîr anî ziman ku dagirkeriya Tirk hewl da û hîna hewl dide bermahiyên Cebhet El-Nusra li herêmê çedar bike û ewlehiya herêmê xirab bike. El- Nebîr got: “Çekdarkirin bi rêya xetên qaçaxçitiyê yên di navbera herêmên Rejîmê û “Mertala Firatê” de pêk tê. Rejîm û Îran bi riya hevkarên xwe yên li herêmê hewl didin tevliheviyê û îdiayên nerast belav bikin. Ev tişt di gefên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de eşkere bû.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din