NÛÇEYÊN LEZGÎN! Li Minbicê teqînek pêk hat

Festîvala Şehîd Stêrvan bi dawî bû

Festîvala Şehîd Stêrvan a li keleha Cabir a li Tebqayê bi dawî bû.

2‘yemîn Festîvala Şehîd Stêrvan a jinên ciwana îro bi dirûşma "Şoreşa 19‘ê Tîrmehê deryaya çandê ye û azadiya jinên ciwan e" li keleha dîrokî ya Cabir a li Tebqayê li dar ket.

Di festîvalê de bi navê Rêveberiya Jinan a Reqayê Fehîma El-Casim axivî. Fehîma festîval li hemû jinan pîroz kir û diyar kir ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi şoreşa 19‘ê Tîrmehê re azadiya xwe bi dest xist. Her wiha anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan şoreş gihand nîvê rê û temamkirina nîvê din ji jin û ciwanan re hişt. Fehîma bang li jin û ciwann kir ku ji bo azadiya xwe û azadiya tevlî civakî  serî hildin.

Piştre koma Zîlan a ji navçeya Dirbêsiyê stran bi Kurdî û Erbî gotin.

Her wiha hespên resen di qada festîvalê de hatin pêşandan. Koma Zarokan a Minbicê şanoyeke li ser nêrîna civakê ya şaş li ser jinan û bandora tundiya li ser jinan li ser malbat û zarokan pêşkêş kir.

Di festîvalê de, Yekitiya Jinên Ciwan a Dêrazorê kilamên girêdayî herêma Firatê vegotin, piştre cil û bergên folklorî yên jinên Reqa, Tebqa û Dêrazor hatin pêşandin.

Festîval bi gerandina xelekên govendan li ber stranên folklorî bi dawî bû.

Bernameya festîvalê li gorî bernameya hatibû amadekirin tam pêk nehat, ji ber hin koman lêborîn xwestin û beşdar nebûn.

Tê payîn ku festîval 19‘ê Tîrmehê li bajarê Qamişlo were lidarxistin.

ANHA


Mijarên Din