NÛÇEYÊN LEZGÎN! Li Minbicê teqînek pêk hat

Festîvala Şehîd Stêrvan li Tebqayê li dar dikeve

2‘yemîn Festîvala Şehîd Stêrvan a ji aliyê Jinên Ciwan ve hatiye organîzekirin, îro li keleha dîrokî ya Cabir a li Tebqayê lidar dikeve.

2‘yemîn Festîvala Şehîd Stêrvan a Jinên Ciwan bi dirûşma "Şoreşa 19‘ê Tîrmehê deryayê çandê ye û azadiya jinên ciwan e" ji aliyê jinên ciwan ve hatiye organîzekirin. Festîval duh li bajarê Kobanê pêk hat. Îro jî bi tevlêbûna bi sedan xelkên ji herêma Tebqa, Reqa, Dêrazorê û mêvan ji herêmên din ên Bakurê Sûriyê li keleha Cabir a Tebqayê li dar dikeve.

Bernameya festîvalê bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Axaftina destpêkê ya festîvalê ji aliyê Menal Mûsa ve hate kirin. Menal bi xêrhatina beşdaran kir, azarên ku jinan di salên berê de kişandine destnîşan kir û got, bi syaa fikrê Rêber Abdullah Ocalan jinan mafên xwe vegerandin û di qadên siyasî û leşkerî de cih girtin.

Menal her wiha şehîd Avesta Xabûr û Arîn Mîrkan bi bîr anîn û soza şopandina rêya şehîdan da.

Paşê koma hunerên gelerî ya Reqayê li gel awazên def û rebabe stranên folklorî gotin.

Festîval dê heta saetên şevê dewam bike, li gorî komîteya amadekar bernameya festival wiha  ye;

Dîlan, cil û bergên folklorî yên Tebqayê, stranan komên Dêrazorê û hunera taekwondo dê werin pêşandan.

Her wiha dê şaxê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya herêma Tebqayê dê bi hin stranên folklorî beşdarî festîvalê bibin.

Festîval dê bi turnuveyên volybol û basketbol bi dawî bibe.

Tê payîn ku festival roja 19‘ê Tîrmehê li bajarê Qamişlo were lidarxistin.

ANHA


Mijarên Din