Ji ber Rêveberiya Xweser xwe spart fikira neteweya demokratîk û biratiya gelan, serkeftinên mezin li herêmê pêk anîn. Armanca Rêveberiya Xweser parastina tevahî pêkhateyên herêmê ye.
Ji destpêka ragihandina Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve, dewleta Tirk sîxuriyê di nava ciwana de bi pêş dixe da ku wan li herêmê bi kar bîne, fitneyan derxe û kesayetên navdar bike armanc.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di demên dawîn de gelek sîxur û şaneyên veşartî yên MÎT’a Tirk û hikumeta Şamê, derketin. Dixwestin bi rêya wan sîxur û şaneyan, bûyerên suîqastê li dijî rûspî û şêxên eşîrên Ereb pêk bînin.
Ev şane û sîxur li herêmên Dêrazorê bi armanca derxistian fitneyê di navbera gelê herêmê û QSD’ê de, derbekirina projeya biratiya gelan û tevlîheviya herêmê, çalak bûn.
Serokê Meclisa Eşîra El-Cebûr a li herêma Cizîrê Fewaz El-Zobai da zanîn ku fitne ne ji îro de heye û wiha got: "Kesên xwefiroş, nefisxirab û lawaz ên ku bi pereyan tên xapandin, hewl didin tevlîheviyê li herêmê derxin."
Piştî ku QSD'ê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kir, dewleta Tirk MÎT’ên xwe li herêmê belav kirin. Girêdayî vê yekê El-Zobai got: "Dewleta Tirk, hikumeta Şamê û Rûsya hewl didin fitneyan çekin û rûspî û şêxên eşîrên Ereb ên li herêmê qetil bikin."
(fr)
ANHA