Fewaz El-Zoba: Em ê peyama aştiyê ya Ocalan bi cih bînin

Fewaz El-Zoba got, ew ê peyaman aştiyê ya ku Ocalan ji eşîrên Ereb re şandiye bi cih bînin. El-Zoba anî ziman ku li herêmên di bin dagirkeriya Tirk de alozî heye, ew ê qebûl nekin heman tiştê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî rû bide.

Di çalakiya mertalên zindî ya li bajarê Serêkaniyê de bi navê Meclisa Rûspiyên Eşîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêx Fewaz El-Zoba axivî.

Fewaz El-Zoba got: "Îsrar û hevgirtina me piştî dîtina mertalên zindî û berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî dagirkeriya Tirk a hewl dide êrîşî herêmên me bike zêde bûn."

El-Zoba destnîşan kir ku ew ne alîgirên şer in, lê belê di her demê de banga hezkirin û aştiyê dikin û got: "Heger êrîş li ser herêmên me werin kirin em bêdeng namînin, em ê di her qadan têbikoşin."

El-Zoba her wiha bi bîr xist ku dewleta Tirk di demên ber de welatên ereban kirin û gelê Ereb ji çand û nasnameyê wî dûr xistin û wiha domand: "Tiştên îro rû didin gelekî diyar e, Tirkiyê bi serkêşiya AKP‘ê hewl dide serdema Osmanî vegerîne."

Fewaz El-Zoba destnîşan kir ku herêma ewle ya Tirkiyê qala wê dike, wê mîna herêmên din ên di bin dagirkeriya Tirkiyê de be ku aloziyeke mezin lê rû didin û ev tişt anî ziman: "Em nahêlin derbasî herêmên me bibin, ji ber me li ber xwe dan, me şerê hemû komên terorîst kirin û me bi hezaran şehîd di vê rêyê dan."

Fewaz El-Zoba di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser peyama dawî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo pêkhateyê Ereb re şandibû û got: "Em peyama Rêberê Ocalan û banga wî bi cih bînin. Em ê xak, rumet û destkeftiyên xwe biparêzin û gel Hêzên Sûriyeya Demokratîk bisekinin."

ANHA


Mijarên Din