Feysel Ezoz: Hedefa me nasîna projeya herêmê ye û em naxwazin tu nakokî li wir hebin

Koordînatorê Komîteya Çavdêriya Diyaloga Nîştimanî ya Partiya El-Baas a El-Erebî ya Îştirakî Feysel Ezoz îşaret pê kir ku rêbazên dîtina forma hevsengiya di navbera projeya Rêveberiya Xweser û madeya 107’an a destûra Sûriyê ya girêdayî Rêveberiyên Herêmê de lêkolîn dikin.

Piştî civîna berfireh a di navbera hêzên siyasî yên ji hundirê Sûriyê û nûnerên partiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya duh li bajarê Qamişlo pêk hatiye de, koordînatorê Komîteya Çavdêriya Diyaloga Nîştimanî ya Partiya El-Baas Feysel Ezoz axivî û wiha got: “Civîna ku hêzên siyasî yên Sûriyê bi partiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re di çarçoveya rêzecivînên di navbera hêzên Sûriyê de pêk hatiye de ne, da ku ji tevahî cîhanê re piştrast bikin ku Sûriye yek e."

Ezoz diyar kir ku hedefa dîtir ji civînê jî çareserkirina pirsgirêkên girêkok e û wiha da zanîn: "Hin pirsgirêkên girêkok hene û xebata piştevaniya çareseriya wê dikin û ji wê zêdetir jî da ku dengê gelê herêmê bigihînin hundirê Sûriyê."

Feysel Ezoz bal kişand ser ku beşdaran li ser yekitiya Sûriyê piştrast kir û wiha got: "Hemûyan piştrast kir ku bi yekitiya Sûriyê re ne û ji Sûriyê ne. Ji mafên wan e ku li ser vê xakê bijîn û li gorî mafên wan ên rewa tev bigerin."

Ezoz wiha dewam kir: "Hin nêrîn hene ku dixwazin nîqaş bikin. Hêzên herêmê projeya Rêveberiya Xweser pêşniyar kir. Di destûra Sûriyê de projeyeke mîna wê heye ku Rêveberiya Herêmî ye. Hin xal di navbera van der du projeyan de nêzî hev bûn. Bi rêya civîna me, dixwazin xalên dîtir ên li gorî van projeyan binasin, da ku formeke guncaw jê re pêk bînin û her wiha jî naxwazin nuqteyên binakok di navbera me de derkevin."

Der barê helwesta hêzên li hundirê Sûriyê de ji êrişên dewleta Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Feysel Ezoz wiha axivî: "Hêzên di hundirê Sûriyê de li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker in. Serokkomarê Sûriyê jî ew êriş şermezar kirin."

Feysel Ezoz piştrast kir ku dewleta Tirk a dagirker û êrişên wê ji hovanetirîn demên dagirkeriyê yên Sûriyê tê re derbas bûne û wiha bi dawî kir: "Ne pêkan e ku em dewleta Tirk der barê êrişên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de vehesayî bin û ev êrişî tevahî Sûriyê hedef digire."

Her wiha jî Ezozê wiha bal kişand ser ku berxwedana ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember êrişên dewleta Tirk pêk tîne bi nirx e û gelê herêmê bi lehengî parastina xaka xwe dike.

(fr)

ANHA


Mijarên Din