‘Fikrên Ocalan kilîta çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn e‘

Melevan Resûl girîngiya fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çareserkirina aloziyên Rojhilata Navîn, Sûriyê di nav de destnîşan kir û got: "Fikrê Ocalan kilîta çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn e."

Rewşenbîr Melevan Resûl girîngiya fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û serkeftina vê fikrê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir. Melevan Resûl got: "Avakirina rêveberiyên xweser bi tevlîbûna hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mînakek ji biratiya gelan û aştiya navxweyî ye. Ev proj berhemên fikr û felsefeya Rêber Ocalan e."

Resûl bal kişand ser navaroka peyama dawî ya Ocalan a girêdayî rêbazên çareserkirina aloziya Sûriyê û ev tişt got: "Peyama Ocalan kilîta çareserkirina pirsgirêkên Sûriyê û Rojhilata Navîn û dawî li şer û wêrankirinê tîne."

Melevan Resûl girdayî siyasetên dagirkeriya Tirkiyê di herêmê de jî wiha pê de çû: "Dagirkeriya Tirkiyê li Idlib di aliyê leşkerî de têk çûye, li Sûriyê û cîhana Erebî û Islamî jî di aliyê siyasî de binketiye. Êrîşên Tirkiyê yên li ser Başûrê Kurdistanê piştî nameya Rêbertî pêk hatin ku tê de dibêje, Tirkiyê nikare aloziya li herêmên çareser bike, ji ber vê yekê ji bilî bersiva leşkerî ti çare nedît pêk bîne, ev bersiv jî bi teqez wê têk biçe."

‘Nameya Ocalan têrê dike ku aloziya Sûriyê çareser bike‘

Resûl wiha dom da axaftina xwe: "Ne her kesî/ê siyaset kir dikar bibe rêber, ji ber ku rola rêber di dem û aloziyên zehmet de derdikeve. Li Sûriyê hewcedarî bi nêrîneke heye ku hemû pêkhateyan di nav xwe de bihewîne, lew re her kes bi hewcedarî mîna nêrînên ku di nameya Rêber Abdullah Ocalan de derketine ne. Li gelemperiya Rojhilata Navîn e krîza tinebûne rêbertiyê heye, pêwîstî bi rêveber û fikrên ku krîzan rexne bikin heye, ji ber ku nakokiyên etnîkî, mezhebî û olî hîn di mejiyê dewletên mêtînger û desthildar de zindî ye ku dest di çarenûsa van gelan de wer dikin, li ser vê yekê nameya rêbertî vê aloziyê bi dawî de û çareseriyê ji aloziya Sûriyê re dibîne. Hemû mûzakeriyên Astana, Cinêv, dikên Riyad û Qahîra tu çareserî ji gelê Sûriyê re nedît."

‘Civaka siyasî ya cîhana Erebî ji girîngiya metoda netewa demokratîk têgihiştine ‘

Melevan Resûl di berdewama axaftina xwe de ba bal kişand ku ciaka akademisyen, siyasetmedar û rewşenbîr ên Ereb di çarçoveya hemleyên li dijî şidet û tecrîda li ser Rêber Ocalan yên di girtîgehên Tirkiyê de êdî têgihiştine girîngiya metoda netewa demokratîk û got, ev hemle ne ji valahiyekê hatine, ji ber ku nameya rêbertî û projeya netewa demokratîk rêya xilasiya gelan ji zulm û piştaftinê ye û mînaka vê yekê hemleya rewşenbîrên Siûdiyê yên girêdayî xeteriya dagirketiya Tirkiyê yên li ser herêmên bi ewle bû.

Rewşenbîr Meleval Resûd bang li hêzê demokratîk, gelên aştîxwaz û rêxistinên navdewletî û yên herêmî kir ku ji bo azadiya Ocalan bikevin nav hewldanan û got, azadiya Ocalan kilîta çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn di nav de Sûriyê ye.

(bb)

ANHA


Mijarên Din