Filistînê moşek avêtin Îsraîlê

Nûçegihandê me ji Xezayê ragihand ku moşek ji Xezayê ber bi Îsraîlê ve hatine avêtin. Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku moşek bajarê Til Ebîbê kiriye hedef, lê tu zerer negihaye şêniyan.

XEZA

Nûçegihanê me got li gel serdana şandeya Misrê ji Xezayê re ji bo berdewamkirina danûstandinên agirbestê, du moşek ji Xezayê ber bi bajarê Îsraîlê Til Ebîbê ve hatine avêtin.

Çapemeniya Îsraîlê ragihand ku bergiriyên Îsraîlê moşeyek xistiye xwarê û ya din jî di cihek vala de ketiye.

Hêjaye bîrxistinê ku Til Ebîbê di 2014‘an de ji aliyê Tevgera Hemasê ve hate topbarankirin.

ANHA


Mijarên Din