Filistînî salvegera Nekbê bi bîr tînin

Îro filistînî ji bo salvegera 71`an a Nekba Filistînê ku di sala 1948’an de pêk hat û di encama wê de bi zorê ji xaka xwe neçarî koçberiyê bûn, xwe amade dikin.

Filistînî îro bi meşeke mezin li nêzî sînorê Xezayê salvegera Nekba Filistînê bi bîr tînin, di demekê de ku nîşaneyên ev çalakî bihêle komên çekdar ên Filistînê û artêşa Îsraîlê çalakiyên leşkerî yên mezin pêk bînin.

Komên Filistînê bang li gelê Filistînê kir ku beşdarî meşan bibin. Ew yek jî ji bo îsbatkirina girêdana filistîniyan bi xaka xwe ve û redkirina itîrafa DYA’yê bi bajarê Qudsê wek paytexta Îsraîlê ye.

Di salvegera Nekbê de, bi salvegera yekemîn anîna balyozxaneya DYA’yê ji Til Evîvê bo Qudsê ye. Her wiha ragihandina serokê DYA’yê ku Quds paytexta Îsraîlê ye û filistîniyan wek salvegera yekemîn a komkujiya Nekba nû bi nav kir. Piştî ku artêşa Îsraîlê sala 2018’an wek vê rojê 64 filistînî di 4 seatan de kuştin û gelek kes birîndar kirin.

Dê filistîniyên li Xezayê berê xwe bidin sînor, lê komên çekdar ên Filistînê hişyarî da ku Îsraîlê di meşan de bi guleyan pêşwazî nekin.

Çavdêrên Filistînê diyar dikin ku gumana bûyerên bilindkirina leşkerî di navbera Xeza û Îsraîlê de pêk were, eger artêşa Îsraîlê qurbaniyan di nav refên filistîniyan de çêke.

Ev çend roj e artêşa Îsraîlê yekîneyên xwe yên leşkerî û alavên xwe li ser sînorê Xezayê xurt dike ku gumana şerê leşkerî bi Xezayê re rû bide.

(jo)


Mijarên Din