Firina Mergedê pêwîstiya 20 gundan bicih tîne

Firina bajarokê Mergeda ya girêdayî kantona Hesekê, ji aliyê Komîteya Aborî ya Meclisa Şedadê ve hatiye avakirin. Firin pêwîstiya 20 gundan a nan bi cih tîne. Firina Mergedayê zexta li ser firina şedadê kêm dike.

Ji beriya ku çeteyên DAIŞ’ê bajarokê Mergeda yê girêdayî navçeya Şedadê ya kantona Hesekê dagir bikin, şêniyên Mergeda nan ji firneya alî ya li bajarok dibirin. Lê piştî ku çeteyên DAIŞ’ê bajarok dagir kirin, alavên firinê dizîn û firin ji xizmetê derket.

Piştî ku QSD’ê herêm ji dagirkeriya çeteyan rizgar kirin, Rêveberiya Xweser li bajarok dest bi vekirina saziyên xizmetguzariyê kirin.

Ji ber ku firin bi tamamî wêran bibû, meclisa herêmê bi hevkariya aliyên têkildar ên rêveberiya kantona Hesekê nan ji firina Şedadê dibirin û bi rêya komînan li şêniyên bajarok belav dikirin.

Lê ev tedbîra bi lez zext li ser firina navçeya Şedadê zêde kir. Ji ber vê firin neçar ma ku miqdara nanê ku li navenda navçeyê û gundên wê dihat belavkirin kêm bikin. Da ku ji şêniyên bajarokê Mergeda re nan peyda bikin.

Ji ber giliyên şêniyên navçeya Şedadê û bajarokê Mergdayê derbarê kêmbûna nan de, Komîteya Aborî û Beşê Firinan a girêdayî kantona Hesekê firina bajarokê Mergedayê restore kirin.

FIRINA MERGEDA ZEXTA LI SER FIRINA ŞEDADÊ KÊM DIKE

Piştî xebatên 6 mehan firina bajarokê Mergedayê hate restore kirin û alav hatin dabînkirin. Ev meheke firin ketiye xizmetê. Ji ber vê yekê zexta li ser firina Şedadê sivik bû.

Firin rojane derdora 8 heta 10 ton nan derdixîne, komîteya firinan rojane 4 ton ard ji bo firinê hildide. Firin rojane 12 saetan dixebite û pêwîstiya 20 gundan bicih tîne.

MÎQDARA ARD PÊWÎSTIYA ŞÊNIYAN BICIH NAÎNE

Berpirsên firinê bang li aliyê têkildar kirin ku miqdara ardê ji bo firinê tê veqetandin zêde bikin û diyar kirin ku hin gund nan naghêje wan. Hejmara niştecihên herêmê zêdeyî 30 hezar e û 30 gund girêdayî herêmê ne.

Rêveberê Firina Mergeda Kemal Mihemed ji ANHA‘yê re got: “Firin bi nîvê hêza xwe dixebite, anku li gorî miqdarê ardê ku destine û got: "Nan li şêniyên li bajarokê û 20 gundên girêdayî wê bi rêya komîn û wekîlan tê belavkirin."

Kemal destnîşan kir ku hin gund hene nan naghêje wan û got: "Nan naghêje hemû gundan. Em bang li aliyê têkildar dikin ku rêjeya ard ji bo firneyê zêde bike, ji ber hêza firneyê heye ku dikare berhemekê ji vê zêdetir derxîne, lê ard têrê nake."

ANHA


Mijarên Din