Firrina Til Temirê tevî êrişan jî karê xwe didomîne

Firrina Til Temirê tevî êrişên dijwar ên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Serêkaniyê û bejahiya wê û gundên Til Temirê, ranewestiyaye û nan ji bo şêniyên navçeyê û koçberên ku hatine navçeyê çêdike.

Firrina navçeya Til Temirê di sala 2010’an de hatiye avakirin. Firrina (nangeh) ji avakirinê heya niha nan ji şêniyên navçêya Til Temir û gundewarên wê, navçeya Zirgan û gundewarên wê re çêdike. Di şerê DAIŞ’ê yê 2015’an de nangeh, bi 3 obûsan hatibû hedefgirtin. Lê ruxmî êrişên hovane tu carî nangeh nehatiye girtin. 35 karker di nangehê de kar dikin ku her roj 15 saetan dixebite. Ji ber rewşa êriş û koçberan, karker 3 betlane nekirin û rojane 11 hezar tûrik nan ji şênî û koçberan re tên belavkirin. Belavkirina nan ji aliyê komînên gund û navçeyê ve pêk tê.

Endamê rêveberiya nangeha Til Temirê Hesen Silêman anî ziman ku berê 9 hezar tûrik ku 16 nan tê de hene, çêdikirin lê piştî neçarbûna pêla koçberiyê niha hejmara çêkirina nan jî zêde bûye û got: “Karkerên me ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan pêk tên. Em naxwazin gelê me bê nan bimîne. Beriya mehekê ji ber zexta zêde me hezar tûrik ji nangeha Hesekê dixwest lê niha em naxwazin û em hewl didin nan bigihînin her malekê. Çawa di êrişên DAIŞ’ê de me nangeh negirt, niha jî me negirt û em nagirin.”

Ebdirehman Mehmûd ji gundê Xiwêtla yê girêdayî bakurê navçeya Til Temirê diyar kir ku ji ber hejmara zêdebûna koçberan nan kêm e û got: “Tevî êrişan, kar û xebatên saziyên me berdewam dikin.  Ev jî li dijî dagirkeran hêz û vîna me nîşan dike. Nangeha me hîna jî dixebite. Nan ji bo hemû kesî çêdikin ku em jî ji vê gelekî keyfxweş in. Rast e, nan kêm e lê em roja xwe pê diqedînin. Xwedê Rojavaya me ya azad biparêze ji dagirkeran.  Nangehek tenê têrî gel nake û em pêşniyar dikin ku yeke din jî bê avakirin.”

ANHA


Mijarên Din