Firokeya bêpîlot a Emerîkayê li Yemenê hat xistin

2 rayedarên Emerîkayê tekez kirin ku firokeya bêpîlot a Emerîkayê duh li Yemenê kete xwarê. Koma Ensarulah El-Hûsî ragihand ku wê firoke xistiye xwarê.

2 rayedarên Emerîkayê îro ji Reutersê re ragihandin ku duh firokeya keşfê ya bêpîlot a Emerîkayê ji cureya MQ 9 li Yemenê ket.

Her du rayedarên Emerîkayê ku nexwestin navên xwe aşkere bikin anîn ziman ku firokeya bêpîlot li parêzgeha Zemar a Yemenê başurê paytextê Senayê yê di bin serweriya hûsiyan de ye, ket xwarê.

Kanala El-Mesîra ya girêdayî Koma Ensarulah li ser zimanê berdevkê leşkerî yê Komê roja çarşemê diyar kir: "Pergala parastinê ya asîmanî ya hûsiyan firokeya keşfê ya bêpîlot a Emerîkayê ji cureya MQ 9 li parêzgeha Zemar a Yemenê başurê paytextê Senayê yê di bin serweriya hûsiyan de, xist xwarê."

Fermandariya Navendî ya Artêşa Emerîkayê daxuyand: "Agahiya me der heqê xistina firokeya Emerîkayê ya bêpîlot a ji cureya MQ 9 li Yemenê heye. Ji bilî wê tu agahî niha tune ne ku pêşkêş bikin."

Artêşa Emerîkayê di Hezîrana borî de got, çekdarên Hûsî yên li Yemenê bi alîkariya Îranê firokeya bêpîlot xist xwarê.

(fr)


Mijarên Din