Firokeyan li Xemîs Mişêt nuqteyeke leşkerî kir armanc

Berdevkê Hûsiyan Yehya Serî îro ragihand ku firokeyên bi cureya K2 li Xemîs Mişêt a li eniya Asîr, li nuqteyeke leşkerî da.

Mesîra Net ragihand ku Yehya Serî diyar kiriye ku êrîşa vê sibê wek bersiva “sûcdariyên dijmin, dorpêça domdar û êrîşên berdewam” ên ku di nava 12 saetan de gihaştine 69 êrîşan, pêk hatiye.

Tê zanîn ku piştî topbarana balafirgeha Nicran û bi moşeka balîstîk a Bedr 1 êrîşî hêzên Erebistana Siûdiyê kir, firokeyan roja pêncşemê bi firokeyên "K2" gelek êrîş li dijî baregeha asmanî ya Qral Xalid a li Xemîs Mişêt a li Asîrê pêk anîne.

(eh)


Mijarên Din