​​​​​​​Fîlma “Kobanê” li Tebqayê hat pêşandan

Komîna Fîlm a Rojava bi koordîneya Komîteya Çand û Hunerê ya bajarê Tebqayê, fîlma “Kobanê” li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya bakurê bajêr pêşanda.

Gelek şêniyên Tebqayê, şervanên Meclisa Leşkerî ya Tebqa û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ji bo temaşekirina fîlma “Kobanê” li Tebqayê kom bûn.

Fîlm destana qehremaniyê û bûyerên dîrokî yên ku di şerê Kobanê yê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de di salên 2014-2015`ab de qewimîne û bûn destpêka bidawîkirina DAIŞ’ê li herêmê, vedibêje.

Tê zanîn ku fîlm cara yekemîn di 20’ê Îlona borî de li Kobanê heta 6 rojan hat pêşandan.

(mh)

ANHA


Mijarên Din