Fînansorê şerê Sûriyê dewleta Tirk, mûçe dide çeteyan

Bi navê xwe yê kevn ‘Artêşa Azad’ û bi navê nû ‘Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê’ mûçeyên xwe bi pereyên Tirkan digirin.

Dema nirxê pereyê Tirkiyê ket, yekemîn yên bertek nîşan dan, çeteyên Artêşa Azad bûn. Li gorî nûçeyên medyaya alîgirê dewletê, mûçeyên ji çeteyan re tê dayîn encax têra hefteyekê dikin û çeteyan xwestiye ku mûçeyên wan bi dolar bêne dayîn. Bi dehan caran di çapemeniyê de derket ku çete alikariya çek û mûçeyan digirin.

Di van rojên dawîn de jî di budçeya MÎT’ê (saziya îstixbaratê ya dewleta Tirk) xerckirinên zêde ji nîqaşê re vebûye.

Li gorî raporên dîwana muhasebeya dewleta Tirk budçeya MÎT’ê ji 2017’an ve gelekî zêde bûye. Li gorî raporan xerckirinên MÎT’ê sala 2017’an de 2 milyar û 192 milyon lîreyê Tirkiyê bûye. Xerckirinên MÎT’ê yên îsal zêdetirî 600 milyonî ye. Zêdebûna van xerckirinan dîsa Sûriyê tîne bîra mirov.

Hevkariya MÎT-DAIŞ’ê çawa tê fînansekirin?

Di budçeya 2020’an de dewleta Tirk plan dike ku ji bo xerckirina parastinê 141 milyarî veqetîne. Dewleta Tirk mil bi milê çeteyan re êrişî gelê Kurd dike, dibe vê hejmarê jî derbas bike. Her wiha îhtîmal heye ku MÎT bi budçeya xwe ya nû endamanên nû jî bigire.

Endamên nû yên bên standin wê li ku derê werin erkdarkirin, wê kî dexîl bibe yan jî dê werin dexîlkirin, ne diyar e.

Ekonomîst Alp Altinors ji Ajansa Nûçeyan Mezopotamyayê (MA) re axivî û bal kişand ser budçeya 2020’an a xerckirinên endamên MÎT’ê û pirs kir: “Endamên MÎT’ê zêde bûne yan jî hin komên li Sûriyê rasterast ji aliyê MÎT’ê ve tên fînansekirin?”

Alp Altinors destnîşan kir ku di budçeya mesrefên parastinê de salên pêşiya me de dibe zêdetir bibe û wiha got: “Em bi şereke ku çavkaniyên Tirkiyê dadiqurtîne re rû bi bû ne. Bi polîtîkayên şer budçeyeke leşkerî ya ku tê rewakirin, rastiya budçeyeke şer re rû bi rû ne.”

Alp Altinors anî ziman ku budçeya MÎT’ê bûye du qat û wiha pê de çû: “Em dibînin ku ji 1,1 milyarek lîre derketiye 2,3 milyar lîreyan. Di budçeya serokatiya parastina nîştimanî pirbûneke gelekî cidî heye.”

Dewleta Tirk ku wek fînansorê şerê Sûriyê tê dîtin, bi dehan caran têkiliyên wan bi çeteyan re hat rojevê. Têkiliya MÎT-DAIŞ û transferkirina pereyan navbera wan de gelek raporan de cih girt.

Endamên DAIŞ’ê yên sax hatin girtin, di mikurhatinên wan de têkiliyên DAIŞ û MÎT’ê, her wiha der barê çavkaniya pereyan de jî agahî didin.

Şahab Ahmed Abdullatîf yê di destê QSD’ê de, di mikurhatinên xwe de ji 2017’an vir ve anî ziman ku ji Dêrazorê aliyê Tirkiyê, ji Tirkiyê welatên Ewropa û welatên Kendavê veguhastina pereyên DAIŞ’ê bi xeber û agahdariya MÎT û hêzên ewlehiyê de hatine kirin. Abdullatîf demekê jî bi MÎT’ê re xebitiye.

Dîsa li gorî hin nûçeyên di çapemeniyê de derketine jî wek sefîrê DAIŞ yê Tirkiyê Abu Mansur El-Maxrîbî eşkere kir ku bi MÎT’ê re hevbeş kar dane meşandin û ev têkilî ji aliyê parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş ve ji bo bê şopandin kiriye, rojeva meclisa Tirkiyê.

Sîxurên hevbeş ên MÎT û DAIŞ’ê!

El-Maxrîbî da diyarkirin ku sîxurên wan ên hevbeş kar dikin, hene. Ev kesên sîxur ji aliyê kî de, bi çi awayî û di bin navê çi de mûçe ji wan re tê dayîn, hê jî pirsên ku bersivan wan nehatiye peydakirin.

Derveyî vê jî çeteyên ku birîndar dibin di bin parêzvaniya dewleta Tirk de tên tedavîkirin jî tê zanîn ku mesrefên van jî MÎT pêşwazî dike.

Wekî din jî tê îdiakirin ku çeteyên tên kuştin jî weke “şehîd” tên hesibandin û ji malbatên wan re jî heta ku bimirin mûçe tê dayîn.

ANHA


Mijarên Din