Foza Yûsif: Projeya netewa demokratîk ji jehra DAIŞ‘ê re derman e

Foza Yûsif di komxebata cîhanê ya der barê DAIŞ‘ê de axivî û girîniya projeya netewa demokratîk wekî modêla çareseriyê û projeya aştiyê ya dayîm dest nîşan kir.

Komxebata der barê DAIŞ‘ê ya ji aliyê Navenda Rojava a Lêkolînên Stratejîk (NRLS) ve hate organîzekirin li Hola Beylesan a li navçeya Amûdê dewam dike. Hevseroka Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yûsif semînereke têkildarî projeya netewa demokratîk da û  wekî modêla çareseriyê û aştiya dayîm ku Abdullah Ocalan di girtîngeha Îmralî de pêşkêş kiriye.

Foza Yûsif di destpêka semînerê de got: "Em dikarin bêjin ku DAIŞ‘ê di rewşekê ji valahiyê û bê watebûna di jiyana mirov de derket. Ferd dûrî civak, dûrî rastiya dîrokê û nirxên exalqê dijî. Lew re DAIŞ‘ê sedema gelek karesetên mirovî ye û encamên valahiya manewî û wijdanî ye. Geleke caran em pirs dikin gelo çawa DAIŞ‘ê dikarî di demeke kurt de ferehiyeke mezin serwer bike, gelo ji ber tirsê, teslîmbûna artêşê, an jî ji ber belavbûna di pergalên siyasî yên civakan e ku nedikarîn civak û welatên xwe ji DAIŞ‘ê biparêze, derket."

Foza Yûsif di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser projeya netewa demokratîk û got: "Dozên ku em bi sedemên wan zehmetiyan dikişînin dozên bingehîn in, lew re pêşkêşkirina projeya netewa demokratîk dermanê jehra DAIŞ û hemû tevgerên dijberî civakî yên di cîhanê de ne."

Foza wiha domad: "Projeya netewa demokratîk a ku Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de pêşkêş kiriye armanca wê ne netewdewlet e, an jî desthildarî ye, lê belê dibe ku bibe modêla çareserkirinê li Sûriyê û herêmên ku bûne qada şer. Her wiha metoda ku hewl dide çareseriyeke demokratîk û bi rêbazaên aştiyane dûrî tundiiyê peyda bike. Netewa Demokratîk bi sînorên siyasî nehatiye xêzkirin û di çarçoveya yek ziman, yek çand, yek ol û yek dîrok sînordar namîne, lê belê jiyana hevbeş, azad û wehkev nîşan dide. "

Foza Yûsif rehend netewa demokratîk ku sîstema civakî û siyasî li ser wê ava dibin, bi bîr xist û wiha rêz kir;

"Ferd û welatiyê azad; ji bo avakirina civakeke durist divê em ji ferd dest pê bikin û bi awayekî durist wî perwerde bikin, ji ber ku di civaka me de ferd di bin fikr û adetên paşverû de mezin dibe. Yek jê zayenperestî ye ku ji nifşekî derbasyî yekî din dibe. Lew re pêwîstiya me bi pergalekê heye ku rêzê ji ferd bigire, mafê wî di destûrê de misgoer bibe. Di encamên siyasetên piştaftinê de nezanbûn, nexweşiyên fikirî û civakî belav bûn ku bi demê re bûn çirava nexweşiyê xeter û zemîn ji her cure tundrawiyê re danî. Tevlêbûna ciwanan a nava DAIŞ‘ê endamên rewşên fikrî, aborî û çandî yên paşverû ne ku li herêmê bi taybet li Sûriyê rû dida. Hilbijartina Reqa wekî paytextê sedema vê yekê bû.

 Siyaseta demokratîk: Mînak li Sûriyê navnenda pergala siyasî û rêveberî yek bû ew jî Şam bû, taybetmendiyên çandî, aborî yên li herêmên din di ber çavan re nedihatin derbaskirin, ji ber vê yekê tevgera gelelerî rabû, pergala netewdewlet a navendî ji vê pirsgirêkê re nabe çareserî. Lê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo hemû herêmên din ên Sûriyê model e. Heger em bixwazin yekitiya xaka Sûriyê biparêzin divê em vê sîstemê biparêzin, ji ber ku dewleta navendî parçebûna li Sûriyê didomîne.

Jiyana Cviakî: Di civakên me de de pere, desthildarî û cins û spoer wekî amûrên lewazkirina civakî tên bi karanîn. Kesyaeta lewaz a zemîna avakirina DAIŞ‘ê danî ku hêdî hêdî xwe bi rêxistin kir û ava kir."

Netwa Demokratîk û Hevjiyana Azad; Doza jin û mêr ji dozên serke yên civaka me ne, ji dozên ku herî zêde bi navê ol û adel hatin reşkirin. Di civaka me jin têne kolekirin û bi navê ol tundî li ser wan tê rewa kirin. Di encamê de jin baweriya xwe bi xwe winda dike û bi demê re dibe milkê zilam ê desthildar. Heger em rewşa civakê ya jinên ku tevlî DAIŞ‘ê bûne lêkolîn bikin em bibin ku wan jinan malbat û civakên nexweş afirandine. Li ser vê yekê ji bo çareserkirina pirsgirêka jinan divê em zemîna paşverû ya jinên DAIŞ‘ê hilgirtine tine bikin û sazî, rêxistin û akademiyên pêşxistina jinan ava bikin.

Netewa Demokratîk û serxwebûna aborî: Desthildarî û cîhazên dewletên li herêmên me bûne navenda dizî û talankirin. Hemû berhemên herêmên di xizmeta simsaran, piştî demeke kurt hemû bûne karsaz û xwediyên bi milyonan doldar, gel jî wê dipirse gelo ev pere hemû ji kuderê anîn e. Di demên siyaseta aborî ya xirab, em dibînin ku hin xelk bi şev û bi roj dixebitin da ku pariya xwarina xwe peyda bikin, her dawî veguherîn artêşek ji kesên bi kar. Ferdên civak ji bo postek erd û çend pereyan hev dikujin. Ev yek ne hesan bû ku civan tevlî DAIŞ‘ê bibin da ku dizî, talankirin û kuştinê bikin. Ji ber vê yekê pêşxistina pergala aboriya civakî gelekî girînge. Divê sîstemeke aborî û ekolojî were avakirin da ku zindiyan biparêze.

Her wiha Foza Yûsif mijara parastina rewa di netewa demokratîk de şîrove kir.

ANHA


Mijarên Din