​​​​​​​Foza Yûsif: Pêşketina civakê girêdayî nêzîkbûn û çanda tevkariyê ye

Foza Yûsif got: "Pêşketina civakê bi awayekî bingehîn û raste rast bi nêzîkbûna navbera pêkhateyan , xurtkirina têkiliyên hezkirin û çanda tevkariyê ve girêdayî ye."

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi tevlêbûna bi sedan endamên sazî, meclis, komîn û nûnerên Rêveberiya Xweser însyatîfeke dildarî bi navê "Xebat ji bo azadiyê" ragihand. Armanc ji vê însyatîfê çinîna zeviyan û piştevaniya malbatên hejar e,  di heman demê de zindîkirina giyan û çanda xebata kolektîf di navbera pêkhateyên civakê de ye.

Endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif ji ANHA‘yê re axivî û diyar kir ku armanc ji însyatîfê, bilindkirina asta rihê tevkarî, komînal û berpirsyartiyê ye.

Foza Yûsif di destpêka axaftin xwe de wiha got: “Adet û çanda hezkirin û tevkariyê ku di navbera pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dihat naskirin hinekî paşket. Ji ber vê yekê pêwîstî bi mîna vê însyatîfê hate dîtin da ku van çandan vegerîne ku bibe lêveger û bingehekî sabit ji bo hevgirtinê civakê.”

Foza, her wiha anî ziman ku pêşketina civakî bi awayekî bingehîn û rasterast girêdayî nêzîkbûna di navbera pêkhateyan û derbaskirina êş  û azaran rû didin e, her wiha bi xurtkirina têkiliyên hezkirin, tevkarî û sivikirina barên hev ve girêdayî ye.

Foza axaftina xwe wiha domand: “Xebatê partiyên siyasî ne tenê girêdayî qada siyasî ne. Di heman demê pêşxistina civakan di hemû aliyan de, xizmeta şêniyan û pêkanîna pêwîstiyên wê di raydeya yekemîn de dikeve ser milê partiyên siyasî.”

Foza Yûsif bi bîr xist ku wekî PYD‘ê gelek pêngav ragihandine, mîna çandina daran û paqiiyê ku bi pêşengtiya ciwanên PYD‘ê di 10‘ê Gulanê de bi dirûşmeya "Xweşikbûna me ji xweşikbûna bajarê me ye".

Însyatîfa çinîna zeviyên nîsk a ku di 27‘ê Gulanê de dest pê kir, giyanê hezkir û tevkariyê di navber pêkhateyan de da der. Ev însyatîf dê li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk were.

ANHA


Mijarên Din