Foza Yûsif: Rêber Apo xeta sor e, divê kes şaştî û siyasetê neke

Foza Yûsif anî ziman ku tenduristî û azadiya Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd û herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê xeta sor e û ev hişyarî da: “Divê tu kes li ser xeta sor şaştî û siyasetê neke. Kes nikare bi nirxê me yê neteweyî bilîze.”

Foza Yûsif bal kişand ser rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan û got ger rewş wiha berdewam bike, wê rê li pêşiya pêvajoyeke giran li Tirkiyê vebe û encamên gelekî giran bi xwe re bîne.

Foza Yûsif, der barê daxuyaniya dozgeriya Bursayê de anî ziman ku ev daxuyanî têrê nake, ji bo gel iqan bibe divê yekser hevdîtin bên kirin û bang li CPT û saziyên navneteweyî kir ku têkevin tevgerê û mûdexeleya rewşê bikin.

Foza bi boneya Newrozê jî diyar kir ku wê Newroza îsal bi hevkariya gelan û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan buhareke nû biafirîne.

Endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif mijarên di rojevê de Newroz û agahiyên der barê tenduristiya rêber Abdullah Ocalan de ji ANHA`yê re nirxand.

 Foza Yûsif Newroz li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî gelên Rojhilata Navîn pîroz kir û hêvî kir ku di Newroza îsal de hemû alozî çareser bibin û wiha dewam kir: “Cûdabûna Newroza îsal ji salên borî ew e ku em îro wekî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi avakirina Rêveberiya Xweser re Newrozeke nû dijîn. Ji bo wê jî careke din li ser vê axa Mezopotamyayê bi navê gelan û jinan sîstemek tê avakirin. Em vê jî wekî pergala Newrozê ya nû li hemberî deshiladarî, nejadperestiyê û hemû rengên dagirkeriyê ku li hember gelan pêş dikeve şîrove dikin.” 

'WÊ NEWROZA ÎSAL BI HEVKARIYA GELAN RE BUHAREKE NÛ BIAFIRÎNE'

Foza, diyar kir ku wê Newroza îsal bi hevkariya gelan re buhareke nû biafirîne û wiha domand: “Newroza sala 2021` an em ê bikin destpêka sala nû ku îradeya gelan di saziyên Rêveberiya Xweser de hîn bi hêztir bikin û rêveberiyê bi tevahî cîhanê bidin qebûlkirin. Em bihêlin ku ev rêveberî bibe alternatîf ji bo tevahî Sûriyê û ji bo aloziya Sûriyê û tevahî Rojhilata Navîn bibe modela çareseriyê. Gelek astengî hene lê belê îrade gelek mezin e û daxwaz û girêdaneke mezin jî heye. Gelê herêmê biryara azadiyê dane. Astengî çi dibin bila bibin bi yekitiya gelan em bawer in ku wê buharekî nû bê afirandin. Bi hevkariya gelan re em ê vê Newroza nû ya ku di şexsê Rêveberiya Xweser de tê sembolizekirin, ji nû ve ava bikin û diyarî tevahî herêmên Rojhilata Navîn bikin.”

'BAWERIYA KU RÊBER APO DI CIVAKA KURD DE AVA KIRIYE, DIKARE LI HEMBER KOMPLOYAN XWE LI SER LINGAN BIGIRE'

Der barê  îdiayên li ser jiyan û tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan de hatine belavkirin, Foza diyar kir ku ev metirsî û gefeke gelek mezin li ser gelê Kurd e û anî ziman ku şerê li Îmraliyê tê meşandin ne tenê li ser Rêber Apo ye, li ser tevahî gelê Kurd e û wiha domand: “Bi vî rengî dixwazin bê moralî û bê bawerî çêbikin. Armanca belavkirina agahiyên wiha di van roja de, da ku  bi îradeyek şikestî Newroza 2021`an were pêşwazîkirin. Lê belê, îrade û baweriya ku Rêber Apo di civaka Kurd de ava kiriye, dikare li hember tevahî êriş û komployan, xwe li ser lingan bigire û serkeftinê bi dest bixînê.”

'WÊ XWEDÎDERKETINEKE GELEK MEZIN DI NEWROZÊ DE LI RÊBER APO ÇÊBIBE'

Foza Yûsif got gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê van îdiayan bi baldarî dişopîne û wiha dewam kir: "Ev ji bo me jî pirsgirêkeke neteweyî û  exlaqî ye. Ji ber ku Rêber Apo îro tevahî herêmê temsîl dike. Em wekî civaka Bakur û Rojhilata Sûriyê xwe berpirsyar dibînin ku ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîn bikin. Em di wê baweriyê de ne ku Newroza sala 2021`an wê bibe Newroza azadiya Rêber Apo. Gelê me ev biryar diyar kiribû û di roja Newrozê jî wê vê yekê dubare bike. Ne êrişên faşîst ne jî êrişên nijadperest nikarin vîna gelê Kurd bişkînin. Ji bo wê em di vê baweriyê de ne ku xwedîderketinek gelek mezin wê di Newrozê de li Rêber Apo çêbibe. Ev Newroz bibe Newroza dem dema azadiya Rêber Apo.”

‘NE ZELALBÛN WÊ ENCAMÊN GIRAN JÎ BI XWE RE BÎNE'

Endama Hevseroktiya PYD`ê bal kişand ser sûcên dewleta Tirk li Îmraliyê li dijî Rêber Abdullah Ocalan û got ku ev êriş li ser tevahî demokrat, hêzên aştîxwaz, azadîxwaz li Kurdistan û Tirkiyê ye.

Foza Yûsif destnîşan kir ku ger ev rewşa ne zalal berdewam bike, wê rê li pêşiya pêvajoyeke gelek giran li Tirkiyê veke û wê encamên gelek giran jî bi xwe re bîne û wiha dewam kir: "Ger li hember tevgera Kurd faşizm pêş bikevê, wê deskeftiyên civaka Tirkiyê jî bixê bin metirsiyeke mezin.  Heger ev îdia zelal nebin, wê aloziya di hundirê Tirkiyê de hîn kûrtir bibe û wê pergala Tirkiyê jî têxe metirsiyeke mezin."

'BERXWEDANÎ WÊ DEWAM BIKE'

Foza diyar kir ku wê gelê herêmê, Rojhilata Navîn û yên Mezopotamya jî ji vê rewşê re bêdeng nemînin û wiha domand: “Gefên dewleta Tirk ne tenê li ser gelê Kurdistanê û Tirkiyê ye,  lê belê li ser tevahî gelê Rojhilata Navîn e. Dewleta Tirk di herêmê de bûye bingeha teror û aloziyê. Aloziya di hundirê Tirkiyê de ger neyê çareserkirin, wê alozî li tevahî herêmên din berdewam bike. Li hemberî teror û kiryarên faşîst yên ku dewleta Tirk dixwaze li Tirkiyê û herêmê bide meşandin, wê bi berxwedaniyek mezin bê pêşwazîkirin. Ev xeleka berxwedaniyê ku dest pê kiriye, wê di rojên pêşiya me de hîn firehtir bibe û bertek hin mezintir bibin."

 ‘RÊBER APO XETA SOR E’

Foza, piştrast kir ku tenduristî û jiyana Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd û herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê xeta sor e û got: “Ev idîayên ku têne kirin, encama bêçaretiya dewleta Tirk e. Li dijî sekna bi hêz a ku Rêber Apo di nav civaka Kurd e ava kiriye, dewleta Tirk ji bêçaretî rêbazên wiha pêş dixîne. Lê belê pêkanîna tiştek wiha jî ji dewleta Tirk a faşîst ne dûr e. Metirsiyeke gelek mezin heye. Berê jî Rêber Apo gotibû ku bi çi rengî êriş li ser wî çêbibe perpirsyar dewlet in. Tenduristî û azadiya Rêber Apo ji bo gelê Kurd û herêmê xeta sor e. Divê li ser vê kes şaştî û siyaset neke. Ev xeta sor ger derbas bibe wê paşeroja dewleta Tirk bixê metirsiyeke mezin.”

‘RÊBER APO LI TIRKIYÊ MISOGERIYA DEMOKRASÎ Û AŞITIYÊ YE’

Foza Yûsif, anî ziman ku ev nezelalkirina rewşa Rêber Abdulah Ocalan dayîna helwesteke cidî berpirsyartiya hêzên demokratîk ên li Tirkiyê jî û wiha domand: “Ev kesên nijadperest, Ergenekon û komên di hundirê dewleta Tirk, hikûmeta Bahçelî – Erdogan Tirkiyê ber bi aloziyek mezin ve dibin. Ji bo wê jî pêwîst e li hember wê helwesteke pir cidî bê nîşandan. Wekî gelê Kurd ev berpirsyartiya me ya neteweyî ye, lê belê wekî hêzên demokratîk ên li Tirkiyê jî berpirsyartiyeke mezin e. Rêber Apo li Tirkiyê misogeriya demokrasî û aşitiyê ye. Divê her kes bi vê cidiyetê nêz bibe. Ji bo gel qani bibe divê yekser parêzerên Rêber Apo serdan bikin.”

‘KES NIKARE BI NIRXÊ ME YÊ NETEWEYÎ BILÎZE’

Derheqê daxuyaniya dozgeriya Bursayê ya ji bo tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan de, Endama Hevserokatiya PYD`ê Foza Yûsif bilêv kir ku tu wateya vê daxuyaniyê ji bo gelê herêmê tune ye û wiha dawî  li axaftina xwe anî: “Dîroka dewleta Tirk bi komkujiyan tijî ye. Der barê rewşa Rêber Apo de divê CPT û mafên mirovan  destwerdan bike û her kes bi baldarî tev bigerê. Rêxistinên navneteweyî yekser têkevin tevgerê û zextê li Tirkiyê bikin. Ger ev rewş neyê zelalkirin, divê gelê me her tim li ser lingan bin û em têkoşîn û berxwedana xwe berdewam bikin. Em ji her kesî bidin nişandan ku kes nikare bi nirxê me yê neteweyî bilîze. Her roj em ê vê helwest û seknê bidin nişandan.”

ANHA 


Mijarên Din