Foza Yûsif: Tirkiyê opozîsyona Sûriyê firotiye

FozaYûsif di civînekê de diyar kir ku Tirkiyê opozîsyona Sûriyê ji Helebê bigire heya Xûtayê hêdî hêdî firot û niha dora rêya Heleb-Hemayê ye. Foza destnîşan kir ku Rejîma Sûriyê hîna bi hişmendiya xwe ya zordestî ve girêdayî ye.

Îro civînek berfireh li navçeya Til Hemîsê ya herêma Cizîrê li dar ket. Tevahiya endamên saziyên civaka sivîl ên navçeyê, endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yûsif, hevserokatiya  Meclisa navçeyê Salih El-Xelef û Emel El-Hisên û endammên rêveber ên PYD`ê beşdarî civînê bûn.

Endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yûsif geşedanên siyasî yên Sûriyê şîrove kirin û got: "Bi saya yekitiya pêkhateyên Bakurê Sûriyê û xwîna şehîdan ji tevahiya pêkhateyên gelê Sûriyê serkeftina li dijî DAIŞ`ê pêk hat."

Foza destnîşan kir ku hindek mijar hene bi hewcedariya çareseriyê ne û wiha domand: "Pirsgirkên ku prosesa çareserî û aştiyê li Sûriyê asteng dikin hene. Ew jî mudexeleya hêzên derve ye. Armanca sereka ji hebûna wan ew e ku dixwazin berjewendiyên xwe pêk bînin. Divê em xwe nexepînin ku ew ji bo xizmeta gelê Sûriyê hatine. Hêzên ku mudexeleya Sûriyê dikin bi hev re nakok in. Ji ber wê civînên mîna Cinêv, Astanay û gelek civînên din li dar dixin. Ew civîn jî nakokî û aloziya Sûriyê her çû kurtir kirin."

Tirkiyê hêdî hêdî opozîsyonê difroşe

Foza behsa rewşa koalîsyona niştîmanî ya girêdayî Tirkiyê kir û diyar kir ku ew li El-Xûta, Deraa, Heleb, Hums û Hemayê bûn. Erdogan wan firot û bi rêya otobusên kesk ji Helebê piştre El-Xûta derxist û di dawiyê de jî dê rêya Heleb-Hema bifroşe.

Foza bal kişand ne mumkine Sûriyê vegere mîna beriya 2011`an û divê pergalek demokratîk a ku mafên rewa yên tevahiya pêkhateyan misoger dike, pêk were. Foza destnîşan kir ku Rejîma Sûriyê hîna bi hişmendiya xwe ya zordest ve girêdayî ye û wiha domand: "Em bi yekitiya xaka Sûriyê û gelê wê re ne, tabî yekitiya dildarî. Ev yekitî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin sîwana Rêveberiya Xweser de pêk hat. Rêveberiya Xweser rumet û nirxa civakê parastin."

 ‘Em li dijî parçebûnê ne‘

Endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yûsif yekitiya Sûriyê destnîşan kir kir û wiha domand: "Em li dijî parçebûnê ne. Ji ber ku em bawer dikin ku parçebûn dê hêza gelê Sûriyê zaîf bike û dê ji her kesekî ku dixwaze Sûriyê dagir bike mîna Tirkiyê pariyek hêsan be. Me her tim diyaloga Sûrî-Sûrî, çareseriya siyasî û danûstandin tekez kirin."

Di dawiya civînê de beşdaran mijarên civînê nîqaş kirin, hate gotin ku Sûriyê ya gelê xwe ye û çareseriya aloziya Sûriyê bi pêkanîna kar li ser rêgezên neteweya demokratîk pêkan e.

(şx)
ANHA


Mijarên Din