Foza Yûsiv: Ocalan polîtîkaya dijminên Kurdan têk bir

Foza Yûsiv diyar kir ku dijminên gelê Kurd li ser polîtîkaya”serî ji laş bibire”her tim rêber û têkoşerên gelê Kurd tune dikirin, da ku karibe tevger û şoreşên Kurdan ji holê rabike, lê Rêber Ocalan ev polîtîka têk bir.

QAMIŞLO

Bi boneya salvegera komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, Meclisa Navçeya Dêrikê civînek lidar xist. Bi sedan welatî û nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyas beşdarî civînê bûn.

Civîn li navenda Şehîd Bawer a  Ciwanan bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Paşê, Endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yûsiv axivî. Foza komploya navnetewî şermezar û bibîr xist ku armancên komploya ku ev 20 sal in dewam dike, di şexsê Ocalan de têkbirina vîna gelê Kurd e.

Foza wiha dewam kir:”Piştî dîlgirtina Rêber Ocalan gelê me kêliyekê jî têkoşîn û berxwedana xwe li dijî komploya gemar ranewstand.”

Foza Yûsiv da zanîn ku dijminên gelê Kurd li ser polîtîkaya”serî ji laş bibire” her tim rêber û têkoşerên gelê Kurd li hemû aliyên Kurdistanê tune dikirin, da ku karibe tevger û şoreşên Kurdan tune bike û wiha dewam kir:”Ji ber ku Rêber Ocalan dizanî ku ew ê bibe armaca hemû dijminên Kurdan û dijberên projeyên azadî û demokrasiyê, wî di pêvajoya têkoşîna xwe de hewl da ku gelekî ku karibe bi hêza xwe têkoşînê dewam bike, biafirîne.”

Foza got:”Bi rastî jî Ocalan komploya navnetewî vala derxist, ji ber ku gelê wî û şagirtên wî hîna şoreş û têkoşînê dewam dikin û li ser fikr û felsefeya wî dimeşin, bi saya vê fikrê jî gelên herêmê rizgar bûn.”

Civîn bi nirxandinên di derbarê sedem û encamên komployê dewam kir. Beşdarên civînê teqez kirin ku pêwîst e çalakiyên li dijî komployê û têkoşîna ji bo azadiya Ocalan dewam bikin.

(kn)

ANHA


Mijarên Din