Frank McKenzie bû berpirsê Fermandariya Navendî ya DYA’yê

Kanala Amerîkayê ya nûçeyan The Devins Post destnîşan kir ku general Frank McKenzie erka berpirsyariya Fermandariya Navendî ya DYA’yê ku çavdêriya karên leşkerî ya DYA’ê li dewletên dîtir bike, wekî Sûriye û Afganistanê, radest bir.

Di şahiya radestkirina berpirsyariya çavdêriya karên leşkerî yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li derveyê welêt de ku wezîrê parastinê Patrick Chanahan lê amade bû, McKenize soza berdewamkirina kar li şûna generalê karbes bûye Joseph Votel da.

Ji aliyê xwe ve Joseph Votel diyar kiribû ku di demekê de ku DAIŞ têk çûye û diyalogên aştiyê bi Talîbanê re hatine pêşkêşkirin, hebûna leşkerên DYA’yê li Sûriyê û Afganistanê hê jî pêwîst e.

Votel bal kişand ser ku dem hatiye ku nakokî bên bidawîkirin. Ev jî dê li gorî xwesteka her kesekî ku lez be. Lê belê dê bibe heke berjewendî û armancên di cihê rast de bên pêkanîn. Bi hevalbendên xwe bawer bûn û karî hêzên xwe bi hêz bikirana.

Votel diyar kir ku McKenize (63) bi rewşa Afganistanê ku 2 caran lê şer kiriye, dizane û li rexê jî beşdarbûna wî di şerê li Iraqê de. Di rûniştina erkdariyê ya destpêka Kanûnê de dudiliya xwe der barê vekişîna leşkerî ji Afganistanê raber kir. Destpêkê bû birpirsê hêzên ewlehiya herêmî di sala 2015’an de.

(fr)


Mijarên Din