Fransa bang li baylozê xwe yê li Enqereyê kir

Serokartiya Fransayê gotinên serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan ên li serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bi "neyên qebûlkirin" wesifandin. Serokatiyê ragihand ku bang li baylozê xwe yên li Enqereyê kir da ku pê re nîqaş bike.

Serokatiya Fransayê, daxyaniyên Erdogan ku gotibû hişê serokê Fransayê ne tendurist e, şermezar kirin.

Serokartiya Fransayê ji AFP’ê re daxuyand ku gotinên serokkomarê Tirkiyê Erdogan nayên qebûlkirin. Zimanê tund û heqaret xeta dan û standinê temsîl nakin."

Serokatiyê wiha got: "Em ji Erdogan dixwazin ku siyaseta xwe biguhere. Ji ber ji tevahî aliyan ve xeternak e. Em derbasî nîqaşên kûr nabin û gotinên nebaş qebûl nakin."

Serokartiyê ragihand ku bang li baylozê xwe yên li Enqereyê kir da ku pê re nîqaş bike.

(fr)


Mijarên Din