Fransa bang li Îranê kir ku li gorî bendên nukleerê tev bigere

Piştî serokkomanê Îranê Hesen Rûhanî roja çarşemê ragihand ku dê hemû cezayên di qadên lêgerîn û pêşxistina nukleerî de ku hatine sepandin, binpê bike, Fransa banga girêdana Îranê bi hemû pîvanên hevpeymana nukleerî kir.

Daxuyaniya Wezîrê Karê Derve yê Fransayê eşkere kir ku Parîs têkildarî aramkirina aloziyê gelek ked daye. Daxuyaniyê îşaret bi girîngiya girêdana bi hevpeymana nukleerî kir.

Syky News diyar kir ku daxuyaniya Wezareta Karê Derve ya Fransayê bal kişand ser girîngî û guhdana tunebûna nîşanên neyînî ji xebata Tehran, ji ber dê bandorê li liv û tevgera kedên ji bo rawestandina aloziyan bike.

Rûhanî di demên derbasbûyî de ji kenala fermî ya Îranê re diyar kir ku di çarçoveya ragihandina pêngava sêyemîn a lawazkirina girêdana Îranê bi pîvanên navdewletî yên sala 2015 de, rêxistina enerjiya nukleerî(Îranê), di qadên lêgerîn û pêşxistinê de, fermanên girîng wergirtin.

Rûhanî wiha li axaftina xwe zêde kir: "Di çarçoveya hewildanên diplomatik ên dawîn ku Fransa ji bo parastina hevpeymana nukleerî ya ku di Tîrmehê 2015`an li Viyenayê hate mohkirin bi rê bir, encamên xwe bi dest nexistin."

Rûhanî roja çarşemê gefên lawazkirina welatê xwe ji bendên nukleerê xwarinbûn, di heman demê de  DYA`yê cezayên xwe tund kir û lawazkirina zextê red kir, di encamê de navbeykariya Fransa ya diyaylogên di navbera Tehran û Washingtonê de aloz dibe.

Di destpêka meha Tîrmehê de Îranê ragihand ku wê nirxê gencîneya xwe ji Uranium re bike zêdetirî 300 kg û ew jî sînordayîna hevpeymanê ye.

(eh)


Mijarên Din