​​​​​​​Fransa: Bombebarana Tirkiyê ya li Iraqê pêşketineke xeter e

Wezareta Karê Derve ya Fransayê bi daxuyaniyekê ragihand ku Fransa bombebarana dewleta Tirk a li ser Hewlêrê şermezar dike ku di encamê de fermandarên artêşa Iraqê hatibûn kuştin û bi "Pêşketineke xeter" bi nav kir.

Berdevka Wezareta Karê Derve ya Fransayê Agnes von der Mol, bi daxuyaniyekê got: "Fransa vê pêşketina xeternak şermezar dike û banga eşkerekirina rastiyê dike."

Her wiha diyar kir"Wezîrê Karê Derve yê Fransayê di hevdîtina xwe ya bi hevpîşeyê xwe yê Bexdayê ya di 16'ê Tîrmehê de pêk hatibû, daxuyandibû ku Fransa binpêkirina serdestiya xaka Iraqê şermezar dike."

 

 


Mijarên Din