Fransa dê hebûna xwe ya leşkerî li rojhilatê Deryayê Spî xurt bike

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron got Fransa dê hebûna xwe ya leşkerî li rojhilatê Deryayê Spî xurt bike û bang li dewleta Tirk kir ku xebatên kolandinê di herêma nakok de bisekinîne.

Li gorî ajansa Reutersê, nivîsgeha Macron di daxuyaniyekê de got serokê Fransayê bi rêya telefonê bi serokwezîrê Yewnanistanê Kyriakos Mitsotakis re metirsiyên xwe der barê kolandina yekalî ya dewleta Tirk, rave kir.

Macron wiha domand: "Divê xebatên kolandinê werin rawestandin da ku diyalogeke aştiyane di navbera her du dewletên de ku endamên NATO`yê ne, pêk were."

Di vê hefteyê de û dema keştiya kolandinê ya dewleta Tirk Oruç Reîs gihaşt herêma nakok û pê re keştiyên şer, asta rageşiyê zêdetir bû.

Di daxuyaniya Macron de wiha hate gotin: "Fransa bi armanca çavdêriya rewşa herêmê û pêkanîna qanûna navdewletî dê bi awayekî demkî hebûna xwe ya leşkerî xurt bike."

(bx)


Mijarên Din