Fransa: Senaryoya Sûriyê li Lîbyayê dubare dibe

Wezîrê karê derve yê Fransa Jean-Yves Le Drian îro got: “Senaryoya Sûriyê li Lîbya dubare dibe û rewş gelek metirsidar e.”

Wezîrê karê derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian îro di civîna parlamantoya Fransayê de got:  "Alozî gurtir dibe. Senaryoya Sûriyê li Lîbyayê dubare dibe.”

Her wiha diyar kir ku divê her du aliyên nakok li Lîbyayê dest bi diyalogê bikin, ger wisa nekirin dê rewşa Lîbya paşde biçe û li ser Ewropayê xeter be.

Di raporan de hate eşkerkirin ku DYA û dewletên rojavayî ji kontrolkirina Rûsya û Tirkiyê bi fikar in. Mîna ku li Sûriyê bi rêya civîna Astana pêk hatiye.

(şx)


Mijarên Din