Free Burma Rangers:  Zaw di topbarana "Artêşa Azad û ya Tirkiyê de hate qetilkirin

Free Burma Rangers têkildarî endamê xwe di êrişa çeteyên artêşa Tirk a dagirker de daxuyanî dan.

Rêxistina Tenduristiyê ya Free Burma Rangers têkildarî şehadeta endamê xwe Zaw Senk daxuyaniyek li ser malpbera xwe belav kir. Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em bi xemgîniyekê qetilkirina endamê xwe Zaw Senk radighînin, ku 3‘yê Mijdarê di encama topbarana artêşa Sûriyê ya Azad/ Artêşa Tirkiiyê de ya li dijî kombûneke me li wir ku birîndar derman dikir jiyana xwe ji dest da.

Şeva derbasbûyî 2‘yê Mijdarê me 3 kes bi serkeftî rizgar kir. Lê vê carê herêmeke 10 mîtreyan nêzî me hate hedefkirin. Wergervan û koordînatorê iraqê di wê topbaranê de birîndar bû, hîna di nexweşxaneyê de ye lê rewşa wê ya tenduristiyê baş e.

Zaw Senk, bira û lehenkek bû, li pey xwe hevjîna xwe Lono û keça xwe hişt a ku îro rojbûna wê ya yekemîn e.

Êriş li herêmeke 4 km dikeve bakurê Til Temirê ji aliyê Tirkiyê ve hate kirin. Şer berdewam e, em ê piştgiriya xwe ya tenduristiyê bidomînin û gotina rast a derbarê bûyerê de bêjin."

ANHA


Mijarên Din