Fuad Hisên: Êrişa li ser balyozxaneyan êrişa li ser Hikumeta Iraqê ye

Wezîrê karên derve yê Iraqê ragihad ku yên ku vekişîna balyozxaneyê weke serkeftin dibînin xelet in, ji ber ku êrişa ser balyozxaneyan, tê wateya êrişa li ser hikumeta Iraqê.

Wezîrê karên derve yê Iraqê Fuad Hisên li Bexdayê daxuyaniyek çapemeniyê da. Fuad Hisên got ew bi biryara vekişîna balyozxaneya Amerîkayê ji Iraqê, ne kêfxweş in. Fuad Hisên diyar kir ku vekişîna balyozxaneya Washingtonê, wê bibe sedemê vekişînên zêdetir.

Fuad Hisên di dewama daxuyaniya xwe de destnîşankir ku biryara vekişîna balyozxaneya Amerîka ya ji Bexda, ne ji berjewendiyên Washington û Bexdayê ne.


Mijarên Din