Furin Police: Brîtanya û Fransa dê hêzên din bişînin Sûriyê

Kovara Furin Police ya Amerîkî ragihand ku Fransa û Brîtanya qebûl kirin ku hejmara hêzên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bikin.

Kovarê ev biryar wek serkeftinek mezin a tîma ewlehiya neteweyî ya serokê Amerîkayê Donald Trump bi nav kir û got "Brîtanya û Fransa qebûl kirin ku hêzên din ji Sûriyê re bişînin da ku valahiya piştî vekişîna hêzên Amerîkayê dagirin."

Berpirsê rêveberiya Amerîkayê tekez kir ku Brîtanya û Fransa şirîkên tekane yên DYA`yê ne ku hêzên wan li Sûriyê hene û dê hejmara hêzên xwe bi rêjeya ji sed 10 heya 15 zêde bikin.

Berpirs got ti çarçoveyek demî ji bo belavkirina hêzan tine ye û hejmara tam a hêzan ne diyar e û wiha domand: "Bi giştî em bedbîn bûn, ji ber ku me gelek ked da heta em hevalbendên DYA`yê iqna bikin ku ji bo ku jêderên din ji şerê domdar a li dijî rêxistina teror a DAIŞ`ê li Iraq û Sûriyê diyar bikin."

Li gorî çavkaniyek din ne girêdayî nîqaşan, tevî Brîtanya û Fransa, Îtalya jî nêz dibe ku biryara şandina yan jî neşandina hêzên din bigire. Gelek dewletên Belkan û Baltîq hene, tekez e ku hejmarek ji leşkerên xwe bişînin wir.

Almanya îro daxwaza Amerîkayê ji bo ku hêzên xwe bişîne Sûriyê red kir.

Li gorî dazgehên çapemeniya Almanya, artêşa Almanya jî bo şerê li dijî DAIŞ‘ê balafirên keşfê, balafirek ji bo dagirkitina sotemenî û alîkariyên leşkerî pêşkêş dike.

Di demên dawîn de hin pisporan hişyarî dan ku dibe DAIŞ`ê ji her demê bi hêztir vegere, bi taybet piştî vekişandina DYA`yê ji Sûriyê beyî ku hevalbendên wê erkên xwe di tijîkirina wê valahiyê de bînin cih.

(şx)


Mijarên Din