Fûze ji xezayê hatin avêtin û artêşa Israîlê bersîv da

Gelek hawn ku ji aliyê Xezayê ve hatine avêtin li herêmek vala li bajarokên Israîlê ketin. Ji aliyekî din ve artêşa Israîlê nuqteyek leşkerî yên li ser sînorên Xezayê kir hedef.

Nûçegihanê ajansa me ji Xezayê ragihand ku gelek hawn ji Xezayê ber bi herêmek vala li nêz Xezayê hatin avêtin.

Nûçegihanê got: "Artêşa Israîlê bersîv da topbaranê û nuqteyek leşkerî girêdayî komên Filistînê  yên li ser sînor kir hedef." Nûçegihanê me destnîşan kir ku tu windahî di encama bersîvdayînê de çênebû.

Artêşa Israîlê di daxuyaniyekê de got: "Avêtina fûzeyan ji Xezayê hatin şopandin. Ji ber wê zengilên  hişyariyê li herêmek vekirî hatin aktîvkirin."

Ev nakokî di dema ku tevgera Hemasê bi istixbarata Misirê re li Qahîrayê rûniştandina agirbestê bi Israîlê re nîqaş dike hat. Ji aliyekî din ve dezgehên çapemeniyê yên Ereb li ser zimanê çavkaniyên komên filistînî gotin, eger şerek di nabvbera Hizbullah û Israîlê de derkeve komên filistînî amade ne mudexele bikin û li rex Hizbullah bisekinin.

Çapemeniya Israîlê  di demek berê de eşkere kiriribû ku Israîl bi nameyekê bi rêya Misirê gef li tevgera Hemasê xwariye û tê de gotibû: "Eger komên filistînî li rex Hizbullah serkinîn, dê bersîva Israîlê li ser xezayê cuda be."

(şx)

ANHA

 


Mijarên Din