‘Gava yekemîn a çareserkirina krîzên herêmê azadiya Ocalan e’

Rewşenbîrên kantona Kobanê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û got azadiya Ocalan gava yekemîn a çareserkirina krîzên li herêmê ye.

Desthilata dewleta Tirk ji sala 2015‘an ve tecrîdeke girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz kiriye. Her çendî ku hin hevdîtin ji aliyê malbat û parêzeran ve pêk hatibin jî, lê tecrîd hîna jî heye.

Girêdayî mijarê endamê Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Kobanê Mesûd Mîran got: "Dewleta Tirk bi ferzkirina tecrîda li ser rêber Ocalan dide diyarkirin ku ew wek dewlet rêyên pêkanîna aştiyê li herêmê dixitimîne."

Mîran destnîşan kir ku polîtîkayên dewleta Tirk ên li dijî Ocalan qanûnên navdewletî binpê dikin û wiha pê de çû: "Ev yek nayê qebûlkirin. Pêwîst e rêxistinên hiqûqî der barê van zêdegaviyan de bilivin û sînorekî ji Tirkiyê re deynin.”

Mesûd Mîran têkoşîna aştî û mirovahiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir û got azadiya Ocalan gava yekem a bidawîkirina nakokiyan e.

Hevseroka Yekitiya Rewşenbîrên Kobanê Leyla Ebdo jî bal kişand ser ku dewleta Tirk naxwaze aştî û demokrasî li herêmê pêk were, lewre tecrîdeke giran li ser Ocalan ferz kiriye.

Leyla îşaret bi vê yekê kir ku gel ji ramanên Ocalan sûdê digire, ji ber vê yekê dewleta Tirk hewl dide bi rêya tecrîdê gel ji fikr û felsefeya wî dûr bixe.

Hevseroka Yekitiya Rewşenbîrên Kobanê Leyla Ebdo wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dewleta Tirk nikare sînor li pêşiya fikrên Ocalan deyne. Ji me hemûyan tê xwestin ku bibin yek da ku tecrîdê bişikînin. Ocalan şer naxwaze, lê belê aştiyê dixwaze û Tirkiye bi polîtîkayên xwe yên dijber şer dixwaze."

(bb)

ANHA


Mijarên Din