Gavên girîng ên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk li Şehbayê

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk gavên girîng ji bo fêrkirina xwendekarên Efrînê avêtine. Komîteyê pergaleke perwerdeya bi zimanê dayikê ya baş ava kir da ku sala perwerdeyê ya 2018-2019`an tevî zehmetiyan bi serkeftinê tacîdar be.

Ji ber tunebûna pergaleke perwerdeyê li kantona Şehbayê, Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Herêma Efrînê ji bo avakirina pergaleke nû li Şehbayê rastî gelek zehmetiyan hat. Lê dîsa gavên mezin di vî warî de avêtin.

Sala xwedinê ya 2018-2019`an gihaştiya rojên xwe yên dawîn, xwendekar jî piştî salekê dest bi ezmûnên xwe kir. Gelo ev sal çawa bû û kêmasiyên wê çi bûn?

Xebatên ji bo derbaskirina kêmasiyan

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk li hember kêmasiyên ku derketine, teslîm nebû. Komîteyê berê xwe li Efrînê baş bi rêxistin kiribû. Lê rewşa kantona Şehbayê di warê perwerdeyê de berovajî ya Efrînê bû. Ji ber wê komîteyê gelek hewldan ji bo avakirina pergalek ji berê xurttir û baştir afirand. Ji ber ku armanca kesên ku Efrîn dagir kiriye qirkirina ziman bû bi rêya hedefgirtina dibistan, xwendekar û mamosteyan.

Dibistanên herêmê di dema dagirkirina çeteyan de wêran bûne. Ji ber wê komîteyên bi destpêkirina sala perwerdeyê hindek dibistan amade kirin û neçar man li hindek gund û navçeyan malan kirê bike da ku xwendekar mafê xwe ji xwendinê bibin. Her wiha dibistana Ehdasê ya ku çeteyan kiribûn girtîgeha îşkencekirina zarokan, dîsa veguherand dibistanê.

Tevlêbûna xwendekaran

Di destpêka sala xwendinê de bi giştî tevlêbûna xwendekaran ne zêde bû. Lê piştî ku şêniyan bi girîngiya  pêvajoyê zanî, hejmara xwendekaran zêde bû û gihaşt 14 hezarî.

Ji bo wê komîteyê 950 mamosteyên tevahiya astên xwendinê li ser 65 dibistanên kantona Şehba û navçeya Şêrawayê amade kirin.

Ji ber rewşa aborî ya dijwar a şêniyên Efrînê ku bi darê zorê ji warên xwe derketine û li Şehbayê bi cih bûne, komîteyê tevahiya pêdiviyên warê perwerdeyê û dibistanan ji xwendekaran re peyda kirin.

Girêdayî mijarê berdevka Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Kantona Efrînê Narîman Sîdo ji ajansa me re axivî. Narîman got: "Destpêkê rewş li vir gelekî dijwar bû. Ji ber ku me li Efrînê beriya ku were dagirkirin bi awayekî xurt xwe bi rêxistin kiribû, me pergaleke nû ji destpêkê ve li vir ava kir. Ew tişt ne hêsan bû, lê bi israra xwe, me zehmetî derbas kir."

Narîman destnîşan kir ku ji bo avakirina pergalek ji ya Efrînê xurttir û baştir, ew gelek hewdanan dikin. Ji ber ku dagirkeriya Tirk bi êrîşên xwe qirkirina zimanê kurdî armanc dikir û wiha domand: "Bi israra xwe, israra xwendekar û mamosteyan me ji nû ve dibistan vekirin û perwerdeya xwe ya bi zimanê kurdî ji nû ve dest pê kir. Me xwendekaran di malan, bin konan û dibistana Ehdasê de fêr kirin. Çeteyan dibistana Ehdasê kiribû girtîgeha îşkencekirina zarokan, îro jî dê bibe cihê derçûna bîrên jîr."

Di dawiyê de Narîman hêviya serkeftinê ji tevahiya xwendekaran re xwest û teqez kir ku di sala xwendinê ya bê de dê xebatên bêtir pêşkêş bikin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din